Vegera Şengalê serbilindî ye

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:14

Di demên dawî de hikumeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan  vegera koçberan xistine rojeva xwe û biryare ku vê havînê hemû kampên li Başûrê Kurdistanê were girtin û Ezîdî bi temamî vegerin Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê li bendê ye ku hikumet vê carê xwedî li biryara xwe derkeve. Serokeşîr û rûsipiyên civaka Êzîdî jî bang li hikumetê dikin ku biryara xwe pêk bîne û di heman demê de bang li civaka Êzîdî dikin da ku li benda kesî nemînin û bi hêz û derfeta xwe berê xwe bidin Şengalê. Ji serokeşîrên Qiraniyan Xidir Hecî Mîrza jî biryara hikumetê û serokwezîr Sûdanî bibîrxist û got:“Lazime hikumet karibe li her çar aliyên welatê xwe hukim bike, pêwîste hêzên wê yên leşkeri karibe parastina sînoran bike. Lê gelek pirsgirêk hene hikumet xwe jê dide alî, pirsgirêkan çareser nake. Nikarin serweriya axa xwe bikin. Hikumet eger biryar dabe di heyva havînê de deriyên kampan were girtin, pêwîste vê biryara xwe pêk bîne.” Xidir Hecî Mîrza diyarkir ku di mijara vegerê de ya girîng helwest û biryara gel bi xwe ye û got:“Bila gelê me Ezdatiya xwe li ber çav bigire, bila vegerin malên xwe. Bila werin mala xwe, hewşa xwe bi destê xwe çêkin.”

Xidir Hecî Mîrza her wiha derbarê rewşa ewlehiyê ya Şengalê de jî balê bire ser şerê taybet a li ser civakê tê meşandin û got: “Ji aliyê ewlehiyê ve jî ti pirsgirêk nîne, Asayîşa Êzîdxanê şev û roj digere, hêza me ya YBŞ’ê heye, hêzên emnî yên dewletê hene. Yên dibêjin ewlehî û aramî nîne dixwazin gelê me bixapînin. Şerme ji wan kesan re ku dibêjin li Şengalê ewlehî nîne.” Xidir Hecî Mîrza peywendiya pêkhateyên Şengalê ya bi hevûdû re jî nirxand û got:“Em diçin gundên sînor ên Ereban, kes tiştekî ji me re nabêje. Ew bikin hawar emê bi wan ve biçin, em bikin hawar ew ê bi me ve werin. Eger gelê me vegeriya Şengalê wê bi serbilindî li mala xwe rûnê, lê eger dereng ma û venegeriya ew ê poşman bibe.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.