Li şûna aramiyê şer anîn

Nûçeyên Dosye

Sêşem 24 Cotmeh 2023 - 00:27

  • Cihê ku cara yekem çeteyên DAIŞ’ê bi destê gerîlayên azadiyê lê hatin têkbirin “Çiyayê Qereçoxê” ye. Wê demê hêzên Iraqê jî, pêşmergeyên PDK’ê jî xelkê Mexmûrê bi tenê hiştin û reviyan, lê niha li ser wir şerê hev dikin.

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê bi berxwedan û sekna xwe ya dijî zilm û zordariyê tê nasîn. Xelkê penaber ê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûye, dîsa kete ber zilm û êrişên dewleta Tirk. Tevî ku bi sedan kîlometreyan ji Tirkiyeyê dûr e û di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye jî, her tim balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser digerin û wê bombe dikin. Li hemberî êrişan Neteweyên Yekbûyî û Iraq bêdeng in, ji xwe Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişan rewa dike!

PDK êrişan rewa dike

Di 14’ê Cotmehê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ji Dengê Emerîkayê re axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê û Başûrê Kurdistanê rewa nîşan dan û got, “Ger tevgereke leşkerî li nava kampê nebe, Tirkiye ji aliyê din ê cîhanê nayê bombebaran nake.” Di nava hefteyekê de Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn û Rêberê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî, serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer çûn serdana Enqereyê û li gel rayedarên dewleta Tirkiye civiyan.

Di 7’ê Cotmehê de serokkomarê Tirk Erdogan ê dagirker, bi serokê parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî, serokê Hevpeymana Xezim Xemîs Xencer, berpirsê hêzên Heşdî Şeebî Falih Feyaz û çend berpirsên din ên Kurd, Sunî û Şîe re li Enqereyê civiya. Di civînê de ala Iraqê nebû, tenê ya Tirkiyeyê hebû. Di encama civînên bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re, careke din wargeha penaberan bû hedefa êrişên hewayî.

NPG’ê ji Mexmûrê vekişiya

Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê hêzên xwe ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) vekişandine. Di daxuyaniya NPG’ê de hate gotin: “Rêveberiya tevgera me biryar da ku hêzên xwe yên li Mexmûrê hemûyan vekişîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî zanibe ku hêzên me wezîfeya xwe temam kirine û êdî pêwîstî pê nemaye ku vê wezîfeyê dewam bikin. Di mijara vekişîna hêzên me yên parastina gel ji devera Mexmûrê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ti hêzê daxwazek nekiriye, bi temamî li ser bingehê fikir û biryara tevgera me hêzên me ji deverê vekişandin.” Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê vala kirine, ji bo valahiya ewlehiyê çênebe, xwe bi cih dikin. Piştî vekişîna hêzên HPG’ê û bicihbûna artêşa Iraqê di cihên hatin valakirî de, di 21’ê mehê de şandeyeke bilind a leşkerî ya Iraqê, bi serokatiya Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarela li gel alîkarê operasyonan, fermandarê hêzên bejahî û rêveberê îstixbaratê gihişte Fermandeya 14’an a li herêma Mexmûrê. Hate ragihandin ku serdana şandeya leşkerî ya Iraqê ya ji bo herêmê, ji bo ji nêz ve agahdarbûna ji rewşa ewlekariya li Mexmûrê û erkê artêşa Iraqê li herêmê ye.

Şerê hêzên Iraqê û PDK’ê

22’ê Cotmehê li ser çiyayê Qereçox ê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bûbû, di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de şer qewimîbû. Derbarê encama şer de walitiya Mûsilê eşkere kir ku hêzên PDK’ê ji leşkerên Iraqê xwestine ku ew ji wan re xalên ku berê di dest hêzên HPG’ê de bûn û artêşa Iraqê lê bi cih bûne, derkevin. Lê hêzên Iraqê ev yekê red kirine, devjenî di navbera wan de derketiye û piştre şer qewimiye. Li gorî agahiyên walitiyê, di encama şer de pêşmergeyekî PDK’ê hatiye kuştin û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûne. Her wiha ji artêşa Iraqê jî 6 leşker birîndar bûne û birîna diduyan ji wan giran e. Hêjayî gotinê ye ku di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûr û Şengalê kir û hêzên Iraq û pêşmergeyên PDK’ê gel bi tenê li ber hovîtiya çeteyan hêla, gerîlayên HPG-YJA Starê bi hewara gel ve çûn. Çeteyên hov cara destpêkê li Şengal û Mexmûrê bi destê gerîlayên azadiyê hatin şikandin. Hêz û îradeya gerîlayên azadiyê hem Iraq hem jî Başûrê Kurdistanê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê parast. Îstîqrar û aramî bire herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.