Documentarist mezin dibe

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Tîrmeh 2021 - 06:33

  • Sînemager Necatî Sonmez: Deshilatdar ji belgefilman ditirsin. Festîval ji naveroka wan ditirsin, nîşandana wan betal dikin. Bi hincetên nû asteng dikin û ev hincet jî xizmeta sansurê dikin û rûyekî din yê sansurê bi xwe ne. 

ARDÎN DÎREN
STENBOL

 

Festîvala Documentarist ji bo belgefilmên li Tirkiye û Kurdistanê derfeteke mezin e û bi salan e li Stenbolê tê lidarxistin. Îsal jî cara 14’an hate lidar xistin û gelek belgefilmên nû nîşan da. Heta niha belgefilmên ku ti festîvalan ew nîşan nedane, nîşan dide û bi vê mîsyonê tevdigere. Her wiha ew ji dinyayê jî belgefilmên baş kom dike û her sal bernameya xwe xurttir dike. Em bi nivîskar, sînemager û rêvebirê Festîvala Documentarist Necatî Sonmez re peyivîn. 

Fikra lidarxistina festîvala Documentarist çawa dest pê kir?

Şexsî, sala 2000´î meraqa min ya belgefilman dest pê kir. Lê ji salên 1990’î heta salên 2000´î min derbarê sînemayê de dixwend, dinivîsand û li filman temaşe dikir. Lê helbet ev bêhtir filmên ku diketin vîzyonê bûn û min nivîsên rojane dinivîsandin derbarê wan de. Lê ber bi salên 2000’î ve, ez dikarim bibêjim, bi ser belgefilmê ve bûm. Heta dikarim bibêjim, min dev ji filmên fiction berda û bêhtir li belgefilman temaşe kir û festîval şopandin. Her wiha min bi xwe jî dest bi çêkirina belgefilman kir. Ez û Emel Çelebî ku ew jî rêvebireke Festîvala Documentarist e, me bi hev re belgefilm çêkir. Ev hezkirin û elaqeye me ya ji belgefilman re motîvasyonek çêkir bi me re û me bingehê festîvala Documentarist danî û dest bi nîşandana belgefilman jî kir. 
Her wiha li Tirkiye û dinyayê nifşekî nû radibû û dixwest filmên belgeyi çêke. Lê ji bo nîşandana van belgefilman cihekî me tine bû. Ev festîval ji bo me hemûyan hewce bû, bi vî awayî, ev festîval hate damezirandin. Bi rêya festîvalê me dixwest em belgefilmên li dinyayê çêdibin nas bikin û wan bişopînin. Tevî vê me dixwest, em belgefilmên xwe jî nîşan bidin û li gel hevalên xwe û temaşevanan nîqaş bikin lê platformeke ku em filman nîşan bidin tine bû. Festîval wek pêdiviyekê derket holê. Mîsyona me ya ewilî ew bû ku em derhênerên dinyayê yên bi belgefilman re mijûl in, bidin nasîn û filmên wan nîşan bidin. Xema me ya sereke ev bû. 

Dûre jî israra me dewam kir, çima dewam kir? Gava hûn dest bi festîvalekê bikin hûn êdî nikarin dev jê berdin û li Tirkiyê tiştekî wiha tine bû. Ji ber wê em her sal bi israr vê festîvalê li dar dixin. 

Festîvala îsal çawa derbas bû hûn dikarin çavdêriyên xwe parve bikin?

Li Tirkiyê êdî temaşevanên belgefilman jî hene û ev bûye çandek. Heta niha gelek ezmûnên me çêbûn. Par ji ber pandemiyê me festîval online çêkir, ji dinyayê hemûyî tevlîbûn çêbû û gelek kesan li belgefilman temaşe kir. Ji bo îsal jî me nîşandanên online çêkirin, lê me giraniya xwe da nîşandanên fizîkî û li salonan belgefilm nîşan dan. Temaşevanan bêriya vê yekê jî kiribû. Me pakêtek çêkir, filmên kevn wek online û filmên nû jî bi awayekî fizîkî me nîşan dan. Ev du sal bûn, mirov di hundir de mabûn û pirr aciz bûbûn, me xwest li festîvalê hinek rehet bibin û li salonan li filman temaşe bikin. Ev jî pêdiviyek bû. Her sal Hezîranê me festîval li dar dixist lê ji ber rewşa pandemiyê em mecbûr man di Tîrmehê de li dar bixin. Li gor şertên pandemiyê me salonên xwe amade kirin.

Temaşevanên me yên îsal kêm bûn belkî, lê temaşevanên baş bûn û nîqaşên xurt bi rê ve birin. Di hevpeyvînan de ev derket holê. Sohbetên me yên bi qelîte û hêja çêbûn. Tişta herî zêde em kêfxweş kirin jî ev bû. Nexasim derhênerên ku ji Tirkiyê beşdarî festîvalê bûn, ev nîqaş bi pêş xistin û temaşevanan jî pirs ji wan kirin. Her wiha ji derveyî welat jî mêvanên me hebûn û hatin tevlî festîvala me bûn. Li gorî derfetên xwe me çend derhêner kirin mêvanê xwe. Yek ji wan jî Eliane Raheb bû. Ev derhêner jî cara yekemîn bû ku tevlî festîvala me dibûn. Bi giştî dikarim bibêjim, festîvala îsal li gel şert û mercên pandemiyê dîsa jî baş û bi kêf derbas bû.

Mijar û rojeva belgefilmên îsal yên Documentaristê çibûn?

Derbarê pandemiyê de heta niha filmên ewqasî baş nehatine çêkirin, filmên ji bo festîvalê hatin jî bêhtir di dema pandemiyê de hatibûn çêkirin. Lê wek mijar gava em bifikirin, zêde filmên derbarê pandemiyê de tine bûn. Çend filmên ku ji Tirkiye beşdar bûn, derbarê pandemiyê de bûn. Yanî mirov nikare bibêje temayeke hevpar hebû. Lê di belgefilmên biyanî de mirov dikare bibêje, pirsgirêkên gerdûnî bêhtir ji belgefilman re bûne mijar. Şirketên mezin ên dinyayê li ser mirov û xwezayê nebaşiyên çawa çêkirine, vê mijarê rengê xwe dabû belgefilman hemûyan. Bi heman awayî guherînên avhewayê û encamên wê, encamîn kapîtalîzmê di nava civakê de me di belgefilmên biyanî de dît. Jixwe, van pirsgirêkan jî rê li ber pandemiyê vekir.

Festîvala Documentarist çawa li ser piyan dimîne?

Ev festîval bi hevkariya mirovan li piyan dimîne. Jixwe çêkirina belgefilman jî bi hevkariyê pêk tê. Heger hevkarî tine be, mirov nikarin karên belgefilmê bi rêve bibin û belgefilmên baş çêkin. Kesên belgefilman çêdikin, nikarin debara xwe bi vî karî bikin. Gelek ji wan di karên cihê de dixebitin û dixwazin filmên serbixwe çêkin. Festîvala me jî bi heman mentîqî bi rê ve diçe. Komek hevalên me yên ku bi dilxwazî dixebitin, hene û ev festîval bi keda wan çêdibe. Her çiqasî hevalên dixebitin bi dildarî dixebitin jî dîsa jî pêdiviya me bi budceyeke piçûk heye. Mînak, ji bo telîfê, werger û karên din em vê budceyê bi kar tînin. Lê di nav van salan de em hîn bûn, em ê mirovan çawa bînin gel hev û bi çi awayî bixebitin.

Hûn belgefilman bi çi awayî nîşan didin, sponsorên we hene gelo?

Mixabin em ji fonên navneteweyî nikarin sûdê wergirin. Lê ji bo cih û mekanên nîşandanê, em sponsoran dibînin û bi alîkariya wan, em dikarin li salonan filman nîşan bidin. Nexwe, ji bo cih jî mesrefek divê. Her sal hin sazî vê piştgiriyê didin me û em bi saya wan dikarin filmên xwe li mekanên wan nîşan bidin. Helbet mirov dixwaze mezintir bibe, lê ji ber derfetên aborî û tinebûna fonan mirov nikare zêde mezin bibe.
 
Çima dewlet piştgiriyê nade belgefilman û festîvalên belgefilman? 

Ji ber ku hin heqîqetan tîne ziman, desthilatdar ji belgefilman ditirsin. Ji ber ku ev belgefilm pergalê rexne dikin û qirêjiyên wan derdixin holê. Belgefilm, her wiha rastiyê jî deşîfre dikin. Ji ber vê jî belgefilm tên sansurkirin û ji bernameyên hin festîvalan tên derxistin. Ji naveroka wan ditirsin û nîşandana wan betal dikin. Bi hincetên nû astengiyan derdixin û ev hincet jî xizmeta sansurê dikin û rûyekî din yê sansurê bi xwe ne. Van çend salên dawiyê, em sansur kirin û gelek film hatin qedexekirin. Ji lewre, kes zû bi zû piştgiriyê nade festîvala belgefilman. Li Tirkiyê festîval hemû ji wezareta çandê piştgiriyê digirin lê Documentarist heta niha alîkarî negirtiye, carekê tiştekî piçûk dan, beriya bi çend salan lê piştî wê qet nedan. Festîvala Documentarist tine dihesibînin û naxwazin me bibînin.   

Ji bo siberoja festîvala Documentarist motîvasyona we çi ye û hûn ê çiyî nû li festîvalê zêde bikin? 

Her sal hevalên ciwan jî tevlî me dibin û ev yek me pirr kêfxweş dike. Bi saya motîvasyona wan, em festîavalê bi rê ve dibin û festîvala me her diçe mezintir dibe. Ew hêzê dide me. Em ê bi vê hêzê naveroka festîvalê xurttir bikin. Îsal bi qasî 150 belgefilman miracaetî festîvalê kir. Ev hêviyê bi me re çêdike. Ji bo belgefilman hilberîneriyeke çê heye. Salên pêştir, min yeqîn e, festîval wê mezintir bibe. Xwedîderketina li festîvalê îsal ev yek nîşanî me da. Ji bo siberoja festîvalê bi hêvî me. Her wiha em ê mîsyoneke din jî li festîvalê bar bikin. Çend filmên baş yên ku tên festîvalê, em dixwazin bibin alîkar û wan filman li festîvalên dinyayê yên baş jî nîşan bidin. Pêdiviya derhêneran bi vê yekê heye. Em dixwazin ji bo derhêneran derfetan biafirînîn. Jixwe, li Tirkiyê kesên ku van belgefilman belav bikin jî tine ne, derhêner bi derfetên xwe, heger ew jî karibin, dişînin festîvalan. Ji lewre, em dixwazin alîkariyê bidin wan û belgefilmên wan belav bikin. Ev çend sal in em dixwazin vê yekê bikin lê derfetên me çênebûn. Em ê ji bo vî karî pergalekê saz bikin û li gorî pergalê belgefilman li festîvalên dinyayê bidin nas kirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.