Sambazinga; çirûska berxwedanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 10 Hezîran 2023 - 05:22

  • Yekem derhênera jin ya Efrîkî Sarah Maldaror bi filmê “Sambazinga” behsa milîstî û her wiha çirûska ewilî ya azadiya Angolayê dike. Sekna Xavier Domingosê karker a di hepsê de rêya berxwedan û têkoşînê nîşanî hevrêyên wî yên li derve dide. Ev rêya şoreşê ye jî û mêhtingeriya Portekîzan a li Angolayê nikare li hember vê şoreşê bisekine.

ARDÎN DÎREN

 

Filmê “Sambizanga” yê Sarah Maldaror ku di sala 1972’an de li Angolayê hatiye çêkirin, bi van hevokên li jêr dest pê dike. 

“Di 4’ê Sibata 1961’ê de komek milîtanên Angolayî xwestin ji Sambizanga ber bi hepsa li peytextê ve ango Luandayê ve bimeşin û bi ser hepsê de bigirin. Ev milîtan bêhtir karker bûn û dixwestin li hemberî dagirkerî û mêhtingeriyê şerê neteweyî bidin destpêkirin. Lê beriya ku vî şerî bidin destpêkirin, li hember teror û zordestiyên mêhtingeriyê li gund û bajaran bi hezaran insan xwe bi rêxistin kirin û bi vî awayî bingeha tevgereka siyasî hazir kirin. Û di nav tûmên Angolayê de, li şantiyeyekê kesekî bi navê Domingos Xavier çîrûska ewilî ya şoreşê pêxist...”

 

Sebr û semaxa wan nemaye!

Piştî ev hevok bi dawî dibin em çemekî dibînin, çemekî ku bi coş û peroş diherike. Ev çemê bi hêrs, di heman demê de hêrsa miletekî bindest e jî yê ku li hember zilma mêhtîngeran bi awayekî delodîn diherike û pêl bi pêl geş û boş dibe. Piştî em çemî dibînin, derhêner bi awayekî serketî kamerayê vedigerîne ser karkerên reşik ên ku di şantiyeyekê de dixebitin. Di dîmenên ewilî de diyar e karên şantiyeyê hemû li ser reşikan dimeşin û karên pirr giran dikin. Yanî ew di şantiyeyekê de ji bo aşê mêhtingeriyê keviran dihêrin, lê bêhna wan teng bûye û sebr û semaxa wan jî nemaye! Ji lewma kêra mêhtîngerên Portekîzê li Angolayê gihaya ser hestiyê reşikan û reşik hew dikarin îdare bikin di bin tirsa vê kêrê de. Weke ku helbestvan jî di helbesta xwe de digot; 

 

Bi rojan rê û rê hatim

Hatim li ser keviran bêjim

Li deşta wan keviran min dît

Jin tevî keziyên xwe diçûn

Mêr tevî hêrsa xwe ya dêrîn

Ji keviran bû keserên wan…*

Film behsa milîstiyê dike

Domingos Xavier yek ji karkerên reşik ê herî jêhatî ye li şantiyeyê. Karkerekî ku hêrsa wî ji keviran bû, hêrsa wî ya dêrîn a li hember mêhtingeriyê bi berxwedaneke bêhempa ya ku dê bibûya destpêka şoreşekê bi dawî dibe. Ji belavokên ku bi dizî jê re tên, em têdigihîjin ku wî bi milîsên Angolayî re têkilî daniye û ji bo serxwebûna welatê xwe dixebite. Film, esas, behsa mîlîstiyê û peywira milîstiye ya di şoreşa gelan de dike. Domingos van belavokan bi dizî li xelkê ango karkeran belav dike da ku ew jî li hember zext û zilma mêhtingeran hişyar bibin û roj bi roj xwe bi rêxistin bikin. Film bi vî awayî dewam dike; rojekê Domingos Xavier ji kar vedigere malê, mal dibêjim, lê ew weke koçberan di xaniyên ji qirş û daran de dimînin! Yanî li welatê xwe bê cih û war in. Piştî ku Domingos bi jin û zarokê xwe re qederekê bêhna xwe vedide, leşker bi ser mala wî de digirin û weke ku lawirekî dirinde girtibin kêfa wan tê. Dest û lingên Domingos Xavire bi werîsekî stûr girêdidin û wî siwarî wesayîtê dikin da ku bibin bajêr, têxin hepsê. Tişta herî xedar û zor ew e ku kesên wî weke dirindeyekî kovî digirin û dest û lingên wî girêdidin jî leşkerên mêhtingeriyê yên reşik in! Yanî wan kesekî ji xwe, birayekî xwe yê reşik girtiye, lê bi muameleyeke dûrî insanan nêzîkî wî dibin. Ev jî nîşaneyeke mêhtingeriyê ya sosret e ku dilê mirov diêşîne.

 

Rêwîtiya Maria û sekna Domingosî

Jina Domingos Xavier, Maria radihije zarokê xwe dikeve pey Domingosî da ku fêm bike çi bi serê wî de hatiye û li ku derê tê girtin. Ew bi rojan rê û rê diçe da ku Domingos bibîne. Film rêwîtiya Mariayê, yanî rêwîtiya jineke Efrîkî ya bi rik vedibêje. Eynat û rika Maria ya ku dixwaze fêr bibe bê çi bi serê hevjînê wê de hatiye, wêrekiya jinên Efrîkî ya di têkoşîna Angolayê de jî nîşanî me dide. Jixwe, film bi giştî li ser hevkariya milîsên ku xelkê bi rêxistin dikin, disekine, ev yek bi serpêhatiyên piçûk tê nîşandan di filmî de. Hêza hevkariya gelan ya ku hino hino rêya zehmet a ber bi şoreşê ve vedike. Bi vî awayî li hember mêhtingeriyê û pêkûtiyên wê bingehê serhildanekê jî tê hazirikirin. Lê çirûska serhildanê, bawerî û wêrekiya Domingos Xavire bi xwe ye, ji lewma mêhtinger nikarin wî bidin axaftinê û gotineke tenê jî nikarin ji devê wî bigirin. Bi gotineke din, ew serê xwe dide lê sirra tevgera xwe eşkere nake. Ji ber vê sekna wî, leşker wî bi lêdanê difelişînin heta ku canê xwe ji dest dide. 

 

Şînê bigirin lê şahiyê jî betal nekin!

Axir hevjîna wî Maria bi awayekî xwe digihîne hepsa ku Domingos lê girtiye. Lê heta digihîje hepsê Domingosê wê yê qelew yê weke dêwekî di hucreyên hepsê de tê kuştin. Bi qêrîna Maria ya li ber hepsê hevrêyên wî jî fêm dikin ku Domingos bi êşkenceyê hatiye kuştin. Dema ku milîsên li derve ango hevrêyên Domingos pê dihesin wî canê xwe ji dest daye, sere pêşî xemgîn dibin. Hevrêyên wî di şahiyekê de xebera Domingosî dibihîsin. Lê tevî xemgîniyê baweriya wan jî bi şoreşê xurttir dibe û hevrêyê Domingos ji xelkên li şahiyê re dibêjin; “Hevrêyên me yên Angolayî, me bihîst ku birayekî me di hepsê de hatiye kuştin. Lê dewam bikin, şahiya xwe betal nekin. Wî weke netewperwerekî jidil li ber xwe da. Derbarê tevgera me de tiştek negot. Belê, îro ji bo me roja şînê ye. Lê di heman demê de roja şahiyê ye jî. Xemê ji dilê xwe birevînin û qet negirîn. Domingos di dilê xelkê Angola de dijî.”  

 

Çirûska ewilî ya berxwedanê

Belê, ew şahiya xwe bi danseke Efrîkî didomînin, ji lewma hevalê wan çirûska ewilî ya berxwedanê pêxistiye û tevî êşkenceyên giran jî sirra tevgera ku ber bi şoreşê ve diçe, eşkere nekiriye. Sekna Domingos, sekneke dîrokî ye û beriya hingê sekneke bi vî rengî ya li hember mêhtingeriyê nehatiye dîtin. Hevrêyên wî, vê sekna dîrokî bi dansekê pîroz dikin û soz didin ku ew ê di rêya wî de xelkê bêhtir hişyar bikin û tevgera xwe ya siyasî mezintir bikin. Jixwe di dîmenên dawî de jî ev yek tê dîtin; weke ku film ji nû ve dest pê dike. Dîsa li ber çemê delodîn yê bi coş û peroş milîsên Angolayî li şûna Domingos yekî din peywirdar dikin da ku xebatên rêxistinî li nav şantiyeyê bimeşîne û xelkê ji hovîtiyên mêhtingeriyê haydar bike.

 

 

*Ev çend riste ji helbesta bi navê “Kevirên Ku Berê Xwe Dane Axiriya Kelamê” ya Yehya Omerî hatine girtin.

 

 

 

Sarah Maldaror kî ye?

Sarah Maldaror, nivîskar, û derhênereke reşik e. Ew her çend li Fransayê hatibe dinyayê jî bi eslê xwe Efrîkî ye. Wê derhêneriya gelek şanoyan jî kiriye û di lîstikên xwe de zêdetir cih daye kesên reşik. Piştî şanoyê ew dixwaze di warê sînemayê de jî bi hin xebatan dakeve û cara ewilî li cem derhênerê Îtalyayî Gillo Pontecorvo weke asîstan dixebite. Di filmê “Şerê Cezayîr”* de weke alîkarê derhêner dixebite. Sarah Maldaror piştî di vî filmî de weke asîstan dixebite derheqê serxwebûna Angolayê de kurtefilmekî çêdike û piştî vî kurtefilmî, filmê xwe ya metrajedirêj yê bi navê “Sambizanga” çêdike. Sarah Maldaror yekem derhênera jin a Efrîkî ye ku filmên metrajedirêj çêkirine. Wê sala 2020’an di 90 saliya xwe de ji vê dinyayê bar kir. 

 

*Filmê “La battaglia di Algeri” (Şerê Cezayîr) yek ji nimûneyên “Sînemaya Sêyem” yê herî bi tesîr e. Film di sala 1966’an de hatiye çêkirin û behsa şervanên Cezayîrî dike. Şervanên FLN’yî yên ku li hember Fransiyan li ber xwe didin û dixwazin welatê xwe rizgar bikin. Muzîkên filmî jî ji hêla  muzîkjenê Îtalyayî Ennio Morricone ve hatine çêkirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.