Kerkûkî ji bo şanoyê holek dixwazin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Mijdar 2025 - 00:54

Li Kerkûkê hol yan jî navendek şanoyê nîne, lewma şanoger bang li aliyên peywendîdar dikin ku holek çêkin û dibêjin; “Nabe li parêzgehek holek şanoyê nebe û ev yek li ber pêşketina şanoyê astenge.”

Li parêzeha Kerkûkê navendek yan jî holek nîşandana şanoyê nîne, lewma şanoger nerazîne. Derbarê mijarê de şanogerên Kerkûkê ji ajansa mere axivîn.

Şanoger Adil Çawşîn got ku gelek astengî li pêş şanoyê ne, yek ji wan jî nebûna holek şanoyê ya li Kerkûkê ye û wiha pêde çû; “Eger holek nebe, em nikarin şano jî bidin nîşandan, niha piraniya şanogeran dixwazin şanoyên xwe bidin nîşandan. Lê ger holek li bajar nebe, nikarin nîşan bidin.”

Şanoger Çawşîn ji ber nebûna holek şanoyê hikumetê rexne kir û got; “Bajarek weke Kerkûkê bajarê petrolê ye, divê gelek cihên şanoyê heban. Ev yek nîşan dide ku ti girîngiyek nadin şanoyan. Divê hikumeta navendî û xwecihî ya Kerkûkê navendên şanoyê ava bikin da ku ciwanên di peymangehan de dixwînin, bikaribin bilîzin û temaşe bikin.”

‘Li Kerkûkê hêzeke ciwan heye’

Şanoger Hawser Idrîs jî li ser heman mijarê axivî û got; “Li gorî min aliyek Kerkûkê hunere, aliyê din jî şano ye. Şanoya li Kerkûkê ji ya piraniya bajarên Iraqê baştire, hola navenda rewşenbîrî, hola konferansê ye û em ji bo şanoyê bikartînin. Me gelek caran ji aliyên peywendîdar re got ku nabe Kerkûka ku di salên heftiyê de xwedî cihên sînemayê, lê di sala 2025’an de bê holek şano be. Em dixwazin aliyên peywendîdar vê mijarê cidê bigirin dest, ji ber ku ji bo pêşxistina şanoyê, li Kerkûkê hêzek ciwan heye. Lê mixabin astengî gelek hene.”

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.