Sînemaya îro dilê min dixelîne!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Gulan 2023 - 05:38

  • Derhênerê Elman, Wîm Wenders di 77 saliya xwe de jî hîna filman çêdike û diafirîne. Îsal du filmên wî li Cannesê tên nîşandan. Wender derbarê Cannesê de got, kesên beşdarî festîvalê dibin bala wan ne li ser sînemayê ye. Her wiha wî filmên di salên dawî de hatine çêkirin jî rexne kirin û got; “Sînemaya îro dilê min dixelîne.”

ARDÎN DÎREN

 

Derhenêrê Elman, Wim Wenders bi filmên xwe yên weke “Parîs, Texas”(1984)  û “Wings of Desire” (1987) tê naskirin, bi du filmên nû beşdarî Festîvala Filman a Cannesê bû. Derhênerê ku îro 77 salî ye, derbarê filmên nû yên roja îro de nirxandin kirin û got, filmên nû tên çêkirin, nexasim jî yên ku bi destê medyaya serdest tên çêkirin, her xwe dubare dikin. Her wiha wî da zanîn ku filmên di salên dawî de hatine çêkirinê jî ne ti film in û got, “Gelek ji van filman dilê min dixelînin!”

Wim Wenders, sala 1984’an bi filma xwe “Parîs-Texas” li Cannesê xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergirtibû. Ji xeynî çend filmên baş, wî gelek belgefilm jî çêkirin. Belgefilmên wî yên bi navê “The Salt of the Earth”, “ Tokyo Ga” û “Buena Vista Social Club” çend ji wan belgefilmên wî yên baş in. Wim Wenders ji bo îsal jî du film çêkirine. Yek ji wan “Perfect Days” e, wî ev film di 17 rojan de li Japonya çêkiriye. Film li ser kesekî ye ku qedemgehan paqij dike. Film niha di beşa fermî ya Cannesê di pêşbirkê de ye. Heger Wim Wenders bi vî filmî xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergire, dê piştî 40 salan carake din bibe xwediyê heman xelatê. Her wiha filmê bi navê “Anselm” jî behsa şêwekarê Elman, Anselm Kiefer dike. Ev filmê wî jî li derveyî beşa pêşbirkê li Festîvala Cannesê tê nîşandan. Wim Wenders dîmenên filmê “Anselm” bi teknîka 3D girtiye ku beriya niha jî di filmekî xwe de bi kar anîbû. 

 

Tiştekî nû tine ye lê dubare heye

Wim Wenders derheqê sînemaya roja îroy de got, êdî hêza hizr û xeyalan ji bo “Ez ê vê tiştê çawa biguherînim?” tê bikaranîn û rexneyên xwe yên li sînemayê rave kirin: “Ez bi xwe wisa hîs dikim, sînemavan li pey tiştên nû naçin û nabêjin, ‘Ez ê çawa tiştekî nû peyda bikim?’. Tiştên heyî diguherînin lê hûn ji min bipirsin, vegotina çîrokekê ne bi vî awayî ye. Heger mirov tiştekî ji nû ve ango weke dubare bike film, ev tişt mirov nake vebêjerekî baş yê çîrokan. Ya muhîm ew e ku mirov bi şêwazekî nû çîrokekê vebêje, wekî din her tişt bi awayekî dikeve rê.” 

Wim Wenders ji bo vê yekê jî filmê “City of Angles” weke nimûne nîşan da. Emerîkiyan ev film ji ber filmê “Wings of Desîre” yê Wim Wenders girt û careke din çêkir, lê film bi ser neket. Wim Wenders biserneketina filmî jî bi vî awayî şirove kir; “Wan xwest honakê bikin navend û bûyeran li gora wê bidin. Lê ‘Wings of Desire’ dûrî honakê ye. Lê wan rahişt honakê û xwest pê hêzekê ava bikin.”

 

Şagirt û sînemavanên ciwan ditirsin

Wim Wenders li ser şêwazên vegotinê yên sînemayê sekinî û her tim xwest şêwazên nû biceribîne. Di vî warî de derhênerekî wêrek e. Wî derbarê teknîkên nû de xwest sînemavan wêrek bin û netirsin. Wim Wenders got; “Min çend caran 3D bi kar anî da ku vegotinên sînemayî firehtir bikim û bi awayekî helbestî nêzî hin meseleyan bibim. Min xwest derfetên heyî bi kar bînim. Niha jî ez şagirt û sînemavanê ciwan teşwîqî teknîkên bi vî rengî dikim, lê mixabin hemû jî ditirsin. Her wiha ew ji çêkerên filman û belavkaran jî ditirsin. Li gorî wan 3D tenê ji bo filmên aksiyonî tê bi kar anîn yan jî ji bo zarokan. Ji wan we ye, ew van teknîkan bi kar bînin, dê navbera wan û temaşevanan xera bibe. Lê ev ne tiştekî rast e û nexasim jî divê sînemavanên ciwan wêrektir bin di vî warî de.”

 

Sînemaya li gorî terîfan!

Wim Wenders herî dawî da zanîn ku Festîvala Cannesê li gorî berê gelekî guheriye û got, “Gelek kesên ku tên festîvalê, haya wan ji sînemayê tine ye, mola wan li ser tiştên din e. Wisa dixwuye ku êdî gelek kes ji sînemayê hez dikin û ev kes li hev jî dikin. Lê divê sînema tenê weke karekî neyê dîtin. Sînemaya roja îro weke terîfa hin tiştan tê nirxandin. Lê ne wisa ye! Serketina filmên ku li gorî terîfan tên çêkirin, min matmayî dihêle.”