Li êşa şer a li Sûrî anîmasyonek

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Cotmeh 2023 - 00:09

STELLA YÛSIF / QAMIŞLO / NPA

Filmçêkereke navdar a ji Sûrî, a li Santa Barbara ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Sam Kadî, pisporiya xwe ya di sînemayê de bi kar anî û êş û azara xelkê Sûrî ya ji ber şerê bêhtirî deh saln weke anîmasyon nîşan da. 

Sam Kadî, li Helebê mezin bûye û niha li DYE´yê dimîne. Wî filmê anîmasyonê yê bi navê Lamya’s Poem (Helbesta Lamiyayê) çêkir û pê peyamên aştiyê dide ji bo vê devera ku ji ber şerê bêhtirî 11 salan ji êş û azarê kesiriye. 

Di filmê wî de du karakterên sereke hene: yek jê versiyoeneke ciwan a helbestkarê navdar Mewlana Celaledînê Belxî (Rûmî) ye û ya din jî penabereke ji Sûrî ya bi navê Lamiya ye. Her du bi hev re rêwîrtiyekê di nava zeman û demê de dikin.

Sam Kadî dibêje, “Her cara ku ez dikarim we bilî û mijûl dikim bi hunerê xwe, û di heman de we perwerde bikim, ez bi ser dikevim. Ez tim û daîm hewl didim bi wan mijaran dakevim ku karibin çavên mirovan bel bikin, wan bîna bikin."

Sam Kadî bi bîr dixe ku ji destpêka şerî ve "Bêhtirî 13 milyon mirovî neçar man cih û warê xwe bihêlin, 6.8 milyonan ji wan li welatên cîran li starê geriyan; li Misr, Libnan, Tirkiye û Urdinê. Û bêhtirî 6,7 milyonan jî li nava erdên Sûrî penaber bûn û li starê geriyan." Ev daneyên ew behsa wan dike yên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ne.

Sam Kadî dibêje, “Her cara ez berê xwe didimê ka li Sûrî çi diqewime, û her cara ez dibînim jiyaneke bêguneh ji dest diçe, yan jî belesedem tê kuştin, ji bo min zehmet e."

Sam Kadî dixwaze bi karê xwe yê sînemayê û filmên xwe, xelkê motîve bike da ku ji bo aştiyê kar bikin: "Ez dixwazim ji xelkê re bibêjim, divê haya wan ji van tiştan hebe, da ku ev tiştên hanê careke din neqewimin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.