- Patricio Guzman serpêhatiyên di dema dîktatoriya Augusto Pinochet de qeyd kirin û kirin belgefilm. Wî bi belgefilma xwe “La Batalla de Chile” (1973) ya ji sê beşan, nehişt qewimînên li Şîlî werin jibîrkirin. Wekî din jî gelek belgefilmên wî yên bêhempa yên polîtîk hene ku behsa sirgûn, şoreş û trawmayan dikin.
Salvador Allande di 11’ê Îlona sala 1973’yan de li Şîliyê bi darbeyeke leşkerî ji peywîra xwe hate dûrxistin. Li Emerîkaya Latîn heta hingê kêm welat hebûn weke Şîlî ku bi istîqrar, seqamgir û demokrasiyeke pak bi rê ve diçûn. Her çiqas vê istîqrarê demeke kurt dewam kiribe jî! Tenê 3 salan didome ev istîqrar. Ev yek jî bi saya Salvador Allande bû. Lê piştî darbeya Augusto Pinochet li welatê Şîliyê dîktatorî bi cih bû û Şîlî bû wargeha polîtîkayên neolîberalîzmê. Di nava van salên dîktatoriyê de bi dehan kes ketin hepsê, bi sedan insan hatin kuştin û êşkence li wan hat kirin. Gelek kes jî hatin windakirin ku hîna jî kes nizane aqûbeta wan çi ye, bi çi awayî hatine qetilkirin. Her wiha bi sedan insanî jî welatê xwe bi cih hişt û sirgûn bûn.
Sînemavan Patricio Guzman jî yek ji wan kesan bû ku welatê xwe terikand. Ew bi salan sirgûn ma li xerîbistanê. Patricio Guzman bi belgefilmên xwe tê zanîn. Wî di sala 1972’yan de belgefilmeke bi navê “El Primer Ano / The First Year / Sala Pêşî” çêkir. Ev belgefilm 12 mehên Salvador Allande dişopîne ka ji bo welatê xwe Şîliyê çi kiriye û dixwaze çi bike. Her wiha li seranserê welat jî digere û nihêrîna xelkê ya ji bo şoreşê jî qeyd dike. Ew, dîmenên gelek kêliyên girîng digire kamerayê û ew derbarê siberoja şoreşê de nirxandinên bêhempa ne. Patricio Guzman û çend hevalên xwe bi hev re vî belgefilmê çêdikin. Jixwe, piştî bi salekê ango di sala 1973’yan de darbeya leşkerî pêk tê û xeyala welatekî sosyalîst têk diçe.
Gava bi piştgiriya CIA’yê darbe pêk tê û xelk helwêstê nîşan dide û dadikeve kolanan, gelek bûyer diqewimin. Li Şîliyê bi vî awayî protesto dest pê dikin ku bi rojan dewam dikin. Piştî darbeyê Patricio Guzman welat diterikîne û li Fransayê bi cih dibe. Lê ew bi xwe re gelek dîmenan jî dibe Fransayê. Yanî arşîveke muezem di destê wî de heye. Ev dîmenên dema şer ên kolanan in û Guzman ji ber van dîmenanan belgefilma xwe ya navdar ya bi navê “La Batalla de Chile / The Battle of Chile / Şerê Şîliyê” ya ku ji sê beşan pêk tê çêdike. Ev belgefilma wî weke belgefilma herî baş ya polîtîk a li dinyayê jî tê hesibandin. Belgefilmeke girîng e di dîroka sînemayê de. Ew bi vê belgefilma xwe behsa şoreşê û coşa berxwedanê dike. Her wiha rûyê tarî û reş ê dîktatoriya Augusto Pinochet jî nîşanî xelkê dide. Di beşa ewilî ya belgefilmê de, di dawiya belgefilmê de kameramanê ku dîmenan digire ji hêla leşkerekî ve tê kuştin. Lê kameraman heta can dide jî dîmenên xwe digire. Yanî ew kuştina xwe bi awayekî zindî qeyd dike û dike belge. Tenê ev dîmenê dawiya belgefilmê nîşan dide bê ka ev belgefilma “Şerê Şîliyê” çiqas girîng e.
Patricio Guzman piştî ji sûrginê vegeriya welatê xwe, dîsa gelek belgefilm çêkirin. Gelek belgefilmên wî li ser darbeyê û encamên wê ne. Çûyîna Salvador Allande, trawmaya kolektîf û şexsî ya ku tim dewam dike û îhtimala şoreşên nû çend mijar in ku bala Guzman tim li ser wan bû. Icarus Films û Cinema Tropical ji salvegera darbeyê ya sala 50’yî bi Anthology Film Archives, IFC Center, û Brooklyn Academy of Music re li hev kirin û belgefilmên Guzman ên bi navê “El Primer Ano” û “La Batalla de Chile” restore kirin. Ew dê li New Yorkê weke retrospektîf werin nîşandan. Belgefilma dawî ya Patricio Guzman “Mi Pais Imaginario / My Imaginary Country /Welatê min ê xeyalî” (2022) behsa protestoyên dawî yên li Şîliyê dike jî dê di nava vê retrospektîfê de cih bigire.
Du kameramanên wî hatin kuştin
Piştî dibistana sînemayê bi dawî bû te belgefilma bi navê “The First Year” çêkir. Çi bû sebep ku tu vê belgefilmê çêbikî?
Min dixwest dîmenên wan kêliyên bêhempa yên li Şîliyê bigirim. Kampanyaya ku Salvador Allende bi rê ve dibir ji hêla gelek kesan ve hatibû qebûlkirin û xelk li nihêrînên Allande yên ji bo Şîliyê xwedî derket. Cara yekem bû ku bi awayekî demokratîk serokek dihat hilbijartin. Serokekî sosyalist. Şîlî bi carekê bûbû welatekî şoreşger. Pêvajoyeke pirr bi coş bû, xelk kêfxweş bû û gelek projeyên balkêş hebûn. Diviyabû min ev tişt bikirana belge, min wisa hîs kir.
Dema te dîmenên bûyerên darbeya leşkerî girtin, di serê te de çêkirina belgefilmekê hebû gelo? Yan jî te tenê xwest qeyd bikî û bikî arşîv? Tehlûkeyeke mezin hebû ji bo te jî, ji lewre di beşa yekem de kameraman ji hêla leşkerekî ve tê kuştin û dîmen reş dibe li ser ekranan.
Koma me ji pênc kesan pêk dihat. Her ku me dîmen digirt û li wan dinihêrî, me senaryoyek jî dinivîsand. Allande karîzmayeke xweşik bû û li seranserê welat liv û tevgereke şoreşî ava kiribû. Em kêfxweş bûn ku me şahidiya vê yekê dikir. Pêvajoyeke xweş bû, di warê siyasî de weke manîfestoyekê bû tiştên ku li Şîliyê diqewimîn. Tevlîbûna xelkê jî pirr bi coş bû û xelkê ji Allande û polîtîkayên wî hez dikir.
Leonardo Henrichsen kameramanekî Arjantînî bû. Di dema girtina dîmenên belgefilma “Battle of Chile” de hate kuştin. Beriya darbeya leşkerî bi du mehan ji hêla leşkerekî ve hate kuştin. Gule li sînga wî ketibû. Kameramenekî din ê bi navê Jorge Muller jî piştî darbeyê bi salekê winda bû. Di warê kamerayê de pirr serketî bû û dîmenên bêhempa digirtin. Heta belgefilm bi dawî bû jî dîmen digirtin. Paşê ew û hevala xwe ya lîstikvan ji hêla leşkeran ve hatin kuştin.
Pêvajoyên gelek xerab di ser me re hatin û çûn. Çend rojan em hatin girtin û em di kampan de hiştin. Ez li wir heps kiribûm. Wan xelk bi kamyon û otobûsan dianî kampan. Bi awayekî em ji kampan reviyan. Gelek caran em û rastgirên Şîliyê yên ku dîktatorî diparastin, hatin hemberî hev. Komeke wan a milîs hebû ew pirr tehlûke bûn. Belê, girtina dîmenan ya ji bo belgefilman gelek zehmet bû, ji lewre ev milîsên ku behsa wan dikim, her tim astengî derdixistin û reheti ji me re nedihiştin.
Piştî darbeyê tu jî weke gelek kesan li “Stadyûma Neteweyî” hatî girtin. Bi hezaran kes hatibûn ragirtin. Piştî ku tu ji wir xelas bûyî, te welatê xwe terikand. Te çawa biryar da ku li Fransayê bi cih bibî?
Ez 15 rojan li stadyûmê mam. Bi awayekî em ji destê wan filitîn. Wan wisa hesab kir ku em ne kesên tehlûke ne. Tevî ekîba xwe em ji stadyûmê xelas bûn. Bi şagirtên Madrîdê re têkiliyên min hebûn, min li wir xwendibû. Hin hevalên min jî hebûn li Madrîdê. Ez, kameraman, çêkerê belgefilmê û dengsazê hevalê min, em bi hev re reviyan Madrîdê.
Paşê ez çûm Parîsê. Rola Chris Marker ya di belgefilmên “Battle of Chile” de jî hêja ye. Di sala 1971’an de hatibû serdana Şîliyê û wî li belgefilma min a “The First Year” temaşe kiribû. Hêz û moreleke baş da min û bi saya wî ez hinekî din jî wêrektir tevgeriyam. Dema me dîmenên belgefilma “Battle of Chile” digirt, wî bi riya balafirê gelek filmên negatîf şandin ji me re. Dema ez li sirgûnê bûm jî bi min re têkilî danî û bû alîkar da ku em belgefilmê temam bikin. Herî dawî min pevxistina belgefilmê li Havanayê qedand.
Tu mecbûr mayî ku van dîmenan birevînî welatên din. Te ev dîmen bi çi awayî xelas kirin?
Em li Santiagoyê çûn sefareta Kubayê. Sefaretê ji me re got, em ê dîmenan pêşî bişînin Swîsreyê û paşê jî ji wir bişînin Havanayê. Me ji vê yekê bawer nekir, bi rastî jî alîkariya me kirin. Me dîmen danîn gel wan. Wextekî dirêj di rê de man ev dîmen. Herî dawî ew bi saxlemî gihîştibûn cihê xwe û ji sefaretê li me geriyan. Me dît ku dîmenên me ji dil jî saxlem in û bê kêmasî gihîştine Kubayê. Dema me li wir dîmen tesnîf kirin, me ferq kir ku dîmen gelek in û ji bo em hemûyan bi kar bînin me belgfilmeke ji sê beşan hazir kir. Belgefilma “Battle of Chile” bi vî awayî derket holê.
Çi wext tu pê bawer bûyî ku careke din vegerî Şîliyê?
Pişti çûyîna Pinochet bi du salan ez vegeriyam Şîliyê. Bi rastî jî welatekî cuda bû êdî, min ew nas nekir. Wesayîtên leşkerî, cebilxane, çekên giran ber çavên min ketin. Welatekî bêdeng, birîndar û weke xeyaletekî bû Şîlî. Hatibû parçekirin. Ev jidil jî trajediyeke mezin bû. Ez bi van dîmenan gelek êşiyam. Ez beşdarî çalakiya hevkariyê ya Klîseya Katolîk bûm. Di dema dîktatoriya Pinochet de tade li gelek kesan hatibû kirin û sirgûn bûbûn. Klîseyê piştgirî dida van kesan yanî misyona wan ev bû. Dema ez beşdarî yekê ji çalakiyên wan bûm, fikra belgefilmeke nû li cem min peyda bû û li wir min biryar da ku li welatê xwe belgefilmekê çêkim.
Hema bêje 50 sal in tu qewmîn û bûyerên li Şîliyê dişopînî. Di navbera ciwanên ku qet bi pêkûtiyên dîktatoriyê re rû bi rû nemane û yên mayî de ferqeke bi çi awayî heye, yan jî tu ferqekê dibînî?
Niha li Şîliyê xwendekarên zanîngehê hene û ew tiştên bêhempa dikin. Tevgereke wan a baş heye. Ew bawerî bi siberojeke baş tînin. Hikûmeteke rastgir heye helbet û dibe ku siberojê dîsa darbeyên leşkerî pêk werin li vî welatî. Di warê civakî de tiştên ku xitimîne hene û hin pirsgirêk nayên çareserkirin. Sedema herî mezin a vê rewşê jî polîtîkayên neolîberal in, pîşesazî di destê kesê rastgir de ye û ev yek dike ku pirsgirêk neyên çareserkirin.
*Ev hevpeyvîn 4’ê Îlona 2023’yan de li ser malpera “Hyperallergic” hatiye weşandin. Eylem Esen û Ardîn Dîren hevpeyvîn ji Ingilîzî wergerandine Kurmanciye. Edîtoriyê ji qismê hevpeyvînê bi xwe re sernivîseke cûda nivîsî. Li şûna sernivîsa weşandî "Patricio Guzman; Sirgûnî, trawma û şoreş" jî me sernivîsa "Sînemaya sirgûn trawma û şoreşê" nivîsand.