Careke din li mirina Pablo Nerûda dikolin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:15

Dadgeha temyîzê ya Şîlîyê xwest sedema mirina helbestvan Pablo Nerûda ji nûve were lêkolînkirin. Pablo Nerûda di sala 1973’an de wefat kiribû. Dadgeha temyîzê niha dixwaze belgeyên mirina wî û her wiha encamên testên mirina wî yên ku saziyên navneteweyî pêk anîbûn ji nû ve binirxîne û bi awayekî kûrtir li meseleyê bikole.

Gava Pablo Nerûda jiyana xwe ji dest dabû sedema mirina wî weke nexweşiya prostatê hatibû nîşandan. Lê biraziyê Pablo Nerûda Rodolfo Reyes bawariya xwe bi vê yekê neanî û miracaetî dadgehê kir da ku ev mesele ji nû ve were nirxandin. Rodolfo Reyes da zanîn ku hin pisporên tibê sedema mirina Pablo Nerûda bi tiştên din ve girêda ne û gotine ku ew hatiye jehrî kirin. Ji bo vê angaştê ev pispor hin delîl jî nîşan dane. 

Piştî darbeyê wefat dike

Pablo Nerûda yek ji dostê Salvador Allande bû ku ew di sala 1973’an de ji hêla Pinochetê dîktator ve ji peywîra xwe hate dûrxistin. Salvador Allende serokê dewleta Şîlî bû û dixwest welatekî weke Şîlî bi sosyalîzmê bi rêve bibe. Lê piştî sê salan Pînochet li Şîlî darbe pêk anî û ev xwesteka Salvador Allende neçû serî. Ji xwe Pablo Nerûda jî piştî darbeyê bi 12 rojan wefat kiribû û sedema mirina wî weke penceşêra prostatê hatibû nîşandan. Lê Pablo Nerûda sê roj beriya mirina xwe xwestibû dewleta Meksîkayê wî qebûl bike da ku ew li wir bi cih bibe. Ji ber ku ew piştî vê daxwaza xwe wefat kiribû gumanên li ser mirina wî zêdetir bûbûn.

Di sala 2013’an de bi biryara dadgehê mezelê Pablo Nerûda hatibû vekirin û di encamên lêkolînan de hatibû gotin ku “bakteriyeke patejonîk” Pablo Nerûda kuştiye û sedema sereke ya mirina Nerûda ev bakterî nîşan dabûn. Lê dîsa jî di testên dawî de hatibû gotin ku ev sedem ne sedemeka rast e ku mirov baweriya xwe pê bîne. Bi vî awayî gumanên li ser mirina Pablo Nerûda zêdetir bûn.

SANTIAGO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.