Li Şîliyê sed cureyên nû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:54

Dîmenên ku di dilê okyanûsa li Şîliyê de hatine kişandin, bûne sedem ku zanyar bi tesadufî nêzî sed cûreyên potansiyel ên nû yên binê avê keşf kirin. Di nav wan de masî, cureyên biqalik û mercan hene. Zanyaran dest pê kirin ku nexşeya binê deryayê li Şîliyê amade bikin. Vê rêwîtiyê hişt ku zanyar bi dehan cûreyên potansiyel ên nû yên binê avê kifş bikin.

Di nav van de masiyên japon ên ku dişibin ji xêzefilman derketine, mercanên spîral, singer û heta ên biqalik û nermik jî balê dikişînin. Li gorî Erîn Eastonê ku li Zanîngeha Teksasê Rio Grande Valleyê doçent e, di daxuyaniyekê de ji bo bernameya nûçeyan a li ser RTS’yê, tîmê lêkolînê rastî cîhanek nepen û balkêş hat. Easton got: "Me karî zêdetirî 150 cureyên ku berê nehatibûn raporkirin li herêmê hatin dîtin û em difikirin ku 100 an zêdetir ji wan cûreyên nû ne. Her wiha me gelek cureyên din ên mercana jî dîtin ku belkî çend hezar salî bûn."

Heya niha tenê ji sedî 5 kûrahiya okyanûsê hatiye kişfkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.