Peravên Xabûrê li kantona Cizîr bi biharê re bûne meqseda şêniyan û seyrangeh. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi barîna barana vê dawiyê re xweza geştir bûye û gul û pîvokên biharê vebûne. Dîmenên biharê, ji navçeya Til Temirê heta peravên Xabûrê, zeviyên genim û ceh, ev dîmenên xwezayê bûn meqseda şêniyên herêmê ku tên beravê û demên xweş derbas dikin.
ANHA/HESEKÊ