Gola Fêlaw biparêzin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Nîsan 2024 - 00:12

Gola Fêlaw yek ji golên herî balkêş û xweşik ên Herêma Kurdistanê ye. Salane ji bo dîtina vê gola ciwan bi sedan geştiyarên navxweyî û biyanî berê xwe didin vir. Lê ji ber avêtina zibalê û agir pêxistina li ser şînatiya li dora golê, her ku diçe ciwaniya berê ya golê namîne. Di derbarê giringiya parastina jîngeha deverê de jîngehparêzan axivîn.

Jîngehparêz Hoşyar Mihemed diyarkir ku gelek geştiyar xwezayê naparêzin û ciwaniya golê xirab dikin û daxwaz kir ku kesên serdana deverê dikin jîngehê biparêzin û ti kes agir li ser şînatiya derdora golê nekin.

Keywan Merûf jî got:“Li her cihî geştiyar serdana vê golê dikin. Lê mixabin xwezaya golê her ku diçe tê guhertin û ciwaniya xwe ji dest dide.Pêwîste xizmetên pêwîst ên wek çêkirina rê ji golê re bê kirin. Pêwîste geştiyar jî dema serdana deverê dikin rêz li xwezayê bigrin.”

Salan e di demsala Biharê de hejmarek zêde ya geştiyaran ji bo dîtina golê serdana vir dikin. Bi dûriya 8 kîlometran dikeve li qontara Çiyayê Sêkêl a li sinorê navçeya Çomanê. 1800 metran ji deryayê bilinde.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.