Giyayên derman ên Çiyayê Cîlo

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:54

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJINHA / COLEMÊRG

Li Colemêrgê ku yek ji bajarên hênik e, piştî ku berf dihele, xelk ji bo berhevkirina pincaran berê xwe didin çiyayan. Li çiyayên ku giyayên cuda û derman li deverên bilind şîn dibin, ji bajarên derdorê jî gelek kes ji bo berhevkirina pincaran tên wan çiyayan. Yên ku pêşengiya vî karî dikin jin in. Jinên ku bi çenteyên li pişta xwe diçin Geliyê Bihuşt-Dojehê yê Çiyayê Cîlo, mendêya ku ji binê berfê derdikeve û di her xwarinê de tê bikaranîn berhev dikin. Li bajêr ji berfê hê jî gelek rê nehatine vekirin, li Çiyayê Cîloyê ku qeşaya wê hê nû dihele, xelkê herêmê dest bi berhevkirina pincaran kirin. Jinên ku bi kêran û çenteyên di destê xwe de diçin quntarên bi berf ên çiya, bi stranan komunal dixebitin, çenteyên xwe tijî dikin hevalên xwe yên li kêleka xwe dikin. Ew ref bi ref serê sibê diçin gelî, beriya ku bibe şev, çenteyên xwe hildigirin û vedigerin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.