Dagirker xwezayê qetil dikin

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:15

16’ê Nîsanê li Herêma Kurdistanê weke Roja Jîngehê hatiye diyarkirin, lê divê rojê de jî dagirkerên Kurdistanê ji bo wêrankirin, talankirina xweza, jîngeha Kurdistanê û tinekirina Gelê Kurd ketine nava seferberiyê. Di dema borî de rejîma Baas hebû, îro jî talan û qirkirina dewleta Tirk a dagirker.

Di 16’ê Nîsana sala 1987’an de rejîma Baasê bi bombeyên Napal herêma Şêx Wesan û Balîstanê kîmyabaran kirin. Dola Balîsan yekem qurbanê çeka kîmyawî bû, di wê kîmyabaranê de 264 welatî şehîd bibûn û zêdetirî 600 welatî jî birîndar bibûn. Di sala 2008’an de parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar da ku Roja 16’ê Nîsanê bibe Roja Jîngehê were diyarkirin. Hikûmeta herêmê, parlemento û aliyên peywendîdar nekarîne jîngeha Herêma Kurdistanê biparêzin. Di nava 10 salên borî de ji ber bombebaran û bûyerên cûda nêzî 2 milyon donim daristan li Başûrê Kurdistanê şewitiye. Bi rêjeya ji sedî 45’ê sedemê van bûyerên şewatê ji ber bombebarana dewleta Tirk û Îranê bûye. Li gorî daneyên HPG’ê, dewleta Tirk di sala 2021’an de nêzî hezar car û ji sala 2022’yan heta niha jî zêdetirî 3 hezar car bi çekên kîmyawî li deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê êriş pêkaniye. Di sala 2023’yan de jî bi berdewam ev çekên qirker li dijî gerîla û jîngeha Kurdistanê bikartîne. Her wiha hikûmet û parlemento li beramberî talankirina daristanên Başûrê Kurdistanê ku rojane zêdetirî 350 ton dar tên birrîn û li bajarên Tirkiye tên firotin, bêdeng e.

Li gor daneyên Desteya Giştî ya Jîngeha Herêma Kurdistanê, rûberê şînatiya li Herêma Kurdistanê ji sedî 12.4’e. Li gorî standarta cîhanî pêwîste rêjeya şînatiyê ji sedî 15 kêmtir nebe. Ti hewldaneke hikûmeta Herêmê ji bo zêdekirina rêjeya şînatiyê nîne, berovajî metirsî li ser rêjeya ji sedî 12 jî heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.