Axtamara bi biharê re xemilî

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 00:49

MEHMET GULEŞ / MA / WAN

Girava Axtamarayê di herêmê de yek ji herêmên herî bedew ên turîzmê ye. Bi vekirina kulîlkên darên behîvan girav, kirasê biharê li xwe kir. Lê belê bihabûn li pêşiya têketina giravê astengiya herî mezin e. Li Wanê her meh bi hezaran ziyaretvan berê xwe didin girava Axtamarayê. Darên behîvan ên li giravê bi hatina biharê kûlîlkên reng û reng vekirin. Bi germbûna hewayê welatiyên ku dixwazin şahidiya vê xemla biharê bikin, berê xwe didin giravê. Şinkahiya giravê,rengê avê û kulîlkên darên behîvan û çiyayê berf li ser ê Artosê hêjayî dîtinê ne. 

Lê belê berdêla dîtina vê xweşikahiyê jî heye mixabin. Kesê ji Wanê dikeve rê û diçe li ber îskeleya Axtamarayê 100 lîre heqê rê dide. Yên ku dixwazin bi keştiyê biçin giravê jî divê ji bo heqê keştiyê 180 lîre pere bidin.Têketina giravê jî ji bo yên beyî qertê muzeyê diçin 12 Euro ne. Bihayê qertê muzayê jî 60 lîre ye. Heke malbatek bi 4 ferdên xwe ve bixwaze biçe giravê, divê ji bo heqê rê 400 lîre, ji bo heqê keştiyê 720 lîre, ji bo qertê muzeyan jî 240 lîreyan veqetîne. Ev biha ji bo turîstên ku bêyî qert dixwazin têkevin giravê jî ji 3 hezar lîreyan derbas dibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.