Li gundê Dêlo çar demsal

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 27 Îlon 2024 - 00:15

Erdnîgariya Kurdistanê ji çiya, deşt, daristan, av û kaniyan pêktê, ev yek jî dîmenek balkêştir û dilrevên dibexşe mirovan. Ev taybetmendî hemû li gundê Dêlo yê devera Pişder hene. Gundê Dêlo di her çar demsalan de bi xwezaya xwe ya ciwan balê dikşîne. Gundê Dêlo li qontara çiyayê Serkeş a Mamend ya li bakur rojhilatê navçeya  Qeladiz ya girêdayî Silêmaniyê ye. 12 kîlometreyan ji navenda Qeladizê dûr e. Di aliyê îdarî de girêdayî bajaroka Helşoye. Li aliyê wê yê bakur gundê Belk, li başûr gundê Serdêlo, li rojhilat gundê Zînwêy Badîn û li rojavayê wê jî gundê Qirjalbir hene. Li gundê Dêlo nêzî 15 malbat lê dijîn. Piraniya xelkê wê bi karê lawirvanî û çandiniyê debara xwe dike. Gundê Dêlo dîrokek wê ya kevnar heye û ji bo şoreşên Kurdan jî hertim piştgir bû. Gundê Dêlo bi taybetmendiyên xwe yên ciwan ên xwezayî navdeng e. Gelek kanî û çavkaniyên avê li gund hene. Navê hin ji van kaniyan jî; kaniya Mirdwan, Çinarê, Elyan û Berîreşkê ne.

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.