Gelo Kurdistan Anadolya ye?

Nûçeyên Forum

Sêşem 27 Tebax 2024 - 00:25

XWEDÊDA DILXÊRÎ

Li gor hin ajansên nûçeyan serokê komara Tirkîyê Recep Tayyip Erdoxan îro li Xelatê bi helkefta pîrozbahiya 953‘an a salvegera Cenga Milazgirê gotiye, "Em ne emanetgirên van axan in, em xwediyên rastîn ên van in. Anadolya welatê me ye.“ Ez bawer nakim ku kes li dijî vê yekê derkeve. Bi rastî Anadolya ne welatê me ye, loma jî kî di derheqê wê de çi dibêje bila bibêje, qet xema me nîne. Tişta ku me eleqeder dike, tenê binavkirina welatê me wek Anadolyayê ye. Erdoxan dibêje welatê me, mebesta wî Kurdistan e û di heman demê de îdia dike ku ev der Anadolya ye. Ev jî qet tişt nebe jî, rast nine. Ji aliyê cografiya xwe ne jî ji aliyê kultura xwe ya tarîxî ve Kurdistan li Anadoliyê ye. Kurdistan Mezopotamya ye, Kurdistan Medya ye. 

Anadolya - dîyareke kulturî ya kevnar

Têgehên wekî Anadolya û Mezopotamya xwedî paşxaneyeke kulturî û tarîxî ne. Ew nasnameyên kulturî ne û îşaretê kultur û şaristaniyên kevnar dikin, ên ku li van herêman derketine hole û ji bo demên piştre xwedî girîngiyeke mezin in. Li Anadolyayê mîrateya Hîtît, Lîdî, Frîgî û gelek kulturên din hene ku paşe bi kultura Yewnanî û kevneşopiya Xiristiyan-Cihûyan derbasî cîhana Helenîstîk bûne. Serpêhatiya kulturî ya Anadoliyê bi van dest pê kir û wiha dewam kir. Bi gotineke din, têgeha Anadolyayê bi rastî referansa vê kevneşopiya kulturî ye. Têgehên bi vî rengî di serî de ji bo serdemên ku tê de kulturên wekî eslî xwe tevdigerin vedibêjin. Loma îro gava ku meriv behsa Anadolya û Anadoliyan dike, dibêje ku ew neviyên rewa yên vê kultura kevnar in û dixwazin kevneşopiya wê bidomînin.

Sînorên Anadolyayê

Tiştê balkêş ew e ku herêmên hukumdariya van gelên kevnar bi hezar salan ne tenê têgeha Anadolyayê, her wiha sînorên wê jî diyar kirine. Yek ji hukimdariyên van gelan ji sînorê Sêwasê derneketibû û ji ber vê yekê ne li Kurdistanê bûn. Di dema şaristaniyên pêşkeftî yên pêşî li Anadolyayê de, Kurdistan di nav axa hevrikên wan Asûrî, Hûrî, Ûrartû û paşê jî Med, Ermenî û Babîliyan de bû. Em îro dizanin ku di vê demê de Kurdistan di qada kulturê di bin tesîra van hêzan de bû, ku karîbûn di qonaxeke paşerojê de xwe ava bikin. Li bakûr kultura ermeniyên kevnar serdest bû, loma jî navê bakurê Kurdistanê, yanî Serhed û Dêrsim bi giştî, bi awayekî rast Ermenîya ne, ev nav heta dema Xelîfeyên pêşîn maye. Lê dîsa jî ev tenê perspektîva kulturî ya tarîxî ye, jixwe ew têgeh jî di vê perspektîvê de maneyeke qezenc dikin. Herêmên başûr ku dergûşa gelek şaristaniyên pêşketî bûn, piştre ji aliyê Yewnanan ve weke Mezopotamya, welatê di navbera du rûbaran, hate binavkirin. Navekî ku paşê Ereban wergerandine Cezîrê, girava (navbera du rûbaran). Herêmên rojhilatê Kurdistanê cara pêşîn ji aliyê Medan ve hatine çandin, loma navê wan ê rast li ser vê tabloyê Medya ye.

Heqîqeta cografiyayê

Ji bilî vê, Anadolya di cografiya xwe de jî baş diyarkirî ye. Dema ku em dibêjin Anadolya, em behsa nîvgiravekê dikin. Ev nîvgirava bi sê derya û bosfor (Tengava Stenbolê), li başûr Deryaya Spî, li bakûr Deryaya Reş û li bakurê rojhilat jî bi Deryaya Marmara û Dardanel ve hatiye dorpêçkirin. Li rojhilat, ber bi Kurdistanê ve, çiyayên Torosên Rojhilatî her tim xeta sînorê Anadolyayê bûye. Ya rasttir ev nîvgirava ku ji rojhilatê herî rojhilatê Deryaya Spî dest pê dike, bi Çiyayên Amanos û Çiyayên Torosê re diçe dibe, heta xala wê ya herî rojhilat dirêj dibe. Wek ku li vê nexşeyê jî tê dîtin, Anadolya li ser sînorê welatê ku em niha jê re dibêjin Kurdistan e.

Ev têgihîştina cografî û tarîxa kulturî di dewrên pêş de jî hebûna xwe domand. Hem Yewnan û hem jî Ereb û paşê jî, wek me dît, mongolî û Tirk jî bi tewra xwe bi vê têgihiştinê ve girêdayî bûn. Her çiqas navê wê ji ber sedemên etnîkî û olî hin caran guherîbe û belkî hinekî berfireh bibe yan jî teng bibe jî, Anadolya ji aliyê siyasî û kulturî ve heya demeke nêzîk ev nîvgirava ma.

Anadolya dibe Biladi Rûm

Di Serdema Navîn de, dema ku fetihên Ereban di lûtkeyê de bû, li Anadolyayê Bîzansên ku xwe Romayî dihesibandin serdest bûn. Ji xanedana wan re jî Împaratoriya Romaya Rojhilat jî tê gotin. Ereban pişt re navê Anadolya veguherandine Bilad ar Rum, welatê Romiyan, û ev herêm paşê di kevneşopiya faris-tataran de bû Bilad-i Rum. Di serdema navîn de bi gelemperî navên welatan ji yên xanedan û kêm caran ji navên gelan dihatin peydakirin. Piştî fetiha îslamê û dûre bi ketina Konstantînopolîsê, nifûsa Anadolyayê biekseriyeta xwe pêşî bû misilman û paşê jî hat Tirkkirin. Ji ber vê yekê Kurdan wek mînak ev nav li Tirkan kirin. Di Kurdî de navê Tirkan ê tradîsyonel "rom" û yê welatê wan jî "Welatê Romê" ye. Welatê Romê tê maneya Anadolya. Û her kesê ku ji dûr ve jî bi hafizeya siyasî ya Kurdan re eleqedar bibe, wê bizane ku ev der ne welatê wan bi xwe ye, welatekî xerîb e. Dixwazim vê yekê li vir jî tekrar bikim, cihê Anadolyayê weke cografiya û têgehek kulturî û tarîxî di şiûra me ya netewî de nîne.

Nexşeyeke etnografîkî ji sala 1911an. Cografiya Kurd û ermenî bi piraniya xwe nakeve nav sînorên Anadolyayê.

Rûm dîsa dibe Anadolya

Di qonaxa dawîn a Împaratoriya Osmanî de neteweperestiya Tirk piştî têkçûnên li Balkan berê xwe dide Anadolyayê. Li vir ew bi girseyeke ku jê re biyanî ye re rûbirû dibe. Piştî pevguhertina nifûsê bi Yewnanan re û qirkirina ermeniyan, rewşek demografîk derket holê ku rê dida têgihîştinek nû ya nifûsa Anadolyayê ya modern, ew ku bi giranî êdî Tirkîaxêv bû. Ji wir şûnve ji wan re Anadolyayî tê gotin. Vê gavê pêvajoyek dest pê dike ku meriv dikare jê re xwemalîbûn (îndîgenîzasyon) a Tirkan li Anadolyayê bibêje. Siyaseta Tirk a vê demê di vê çarçovê de dixwaze Tirk bi hafizeya tarîxî ya Anadolyayê xwemalî bike û weke nifûsa eslî ya Anadolyayê bide famkirin. Di axaftinên rastgir de, ev dibe teoriyên absûrd ên ku diçin riya îsbata hebûna Tirkan li Anadolyayê ya berî Yewnanan, ermeniyan hwd.. Ji aliyê din ve, yên li çepgir, têgihiştineke romantîk a “Anadoliyan” pêş dixin, ku xwedan kêşeyên folklorîktir e. Ew difikirin ku li Anadolyayê bîreke kulturî ya kevin xêz dikin, tenê zimanên ku gel pê diaxive hatine guhertin, lê mejûyê wan yek e, hafiza kulturî ya kevnar a Anadolyayê ye.

Îdîaya bi riya Anadolyayê: Kolonyalîzm

Paşê, di dema komarê û avabûna komara Tirkiyê de, em dibînin ku Anadolya bi rastî ber bi Rojhilat ve hatiye çerixandin. Pê ve Kurdistan ne tenê ji aliyê cografî ve, ji aliyê tarîxî, kulturî û siyasî ve jî di mejûyê komara Tirk de hatiye zeftkirin. Kurdistana ku tu carî nebûye parçeyek ji vê kompleksê, Anadolya ye, di komara Tirkiyê de paşê wek "Anadoliya Rojhilat" û "Başûrê Rojhilatê Anadoluyê" hat îlankirin daku nikaribe bêye înkarkirin ku ew parçeyek a kompleksa Tirkan e. Ew nav jî li Kurdistanê hatiye datîn ku îdiaya xwedîtiyê ye, ya ku em ji axaftinên siyasî jî dizanin; Li vir em di nav bixwe de tenê bi kirasekî tarîxa kulturî pê re rû bi rû dimînin, lê fikir wek xwe dimîne. Ev yek jî bi wê yekê re pir baş li hev dike ku Kurdistan bi navê kod "Rojhilat" bi taybetî di kultura rojane ya Tirkî de ye. Anadolya bi Yewnanî tê maneya "Rojhilat". Lê belê ev îddîayeke bi meqsed e ku divê bê redkirin ji ber ku navekî biyanî yê Kurdistanê ye. Kurdistan di demên kevnare de, beriya ku navê xwe yê îroyîn bigire, welatê Asûr, Mezopotamya, Medya, Urtartu û Hûrrî bû û ji niha û pê de wê weke Kurdistan bê binavkirin. Navê îroyîn Anadolya di serdema komarê de ji bo ku girîngiyeke tarîxî bide îdiaya Tirkiyê ya li ser Anadolya û Kurdistanê hatiye çêkirin. Belkî ji ber vê yekê jî emanetgir bi emanetgiriya xwe dizane.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.