Pirtûka dîrokî ya bi navê "Tarîxa Dewleta Kurdan" a ku ji aliyê dîroknas Mihemed ibn Îbrahîmê Xezrecî ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Emîn Narozî ve ji Erebî hatiye wergerandin, derket.
Ev pirtûk bûyerên di navbera salên 1175-1257an de vedibêje û bi taybetî li ser Dewleta Eyûbiyan disekine. Pirtûka "Tarîxa Dewleta Kurdan" a ku ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatiye weşandin, yek ji çavkaniyên herî girîng ên ji bo dîroka Dewleta Eyûbiyan a Kurdan e.
Nivîskarê pirtûkê Mihemed ibn Îbrahîmê Xezrecî bi xwe di serdema Selahedînê Eyûbî de jiyaye û agahiyên wî yên li ser Dewleta Eyûbiyan wekî çavkaniyên sereke tên nirxandin. Dîroknas ev agahî ji şêxên xwe, hevdemên xwe, xwendekarên xwe û hevçaxên xwe kom kiriye û bi nêrîn û çavdêriyên xwe jî xurt kirine.
Pirtûk ji 472 rûpelan pêk tê
Di pirtûkê de sal bi sal bûyerên desthilatdariya Dewleta Eyûbiyan carinan bi berfirehî û carinan jî bi kurtî hatine rêzkirin û yek bi yek di beşa her salê de hatine diyarkirin. Pirtûk her çend li ser Dewleta Eyûbiyan a Kurdan be jî tê de li ser gelek bûyerên derdora Dewleta Eyûbiyan jî hatine rawestandin.
Wekî rikeberiya di navbera Selahedînê Eyûbî û hukimdarên Zengiyan ên piştî Nûredîn Zengî de û hinek bûyerên li ser Dewleta Xwarizmiyan û pêwendiyên wan ên qenc û xerab ên bi Kurd û Moxolan re hatine behskirin.
Di pirtûkê de wekî erdhejên herêmî, êş û webayên herêmî, xela, volkan û rabûna ava çemên mezin ên mîna Nîlê û li ser kar û barên civakî, avedanî, pîrozbahî, şahî û cejnan jî agahî hene. Pirtûka bi navê "Tarîxa Dewleta Kurdan" ji 472 rûpelan pêk tê.
Ev pirtûk bi taybetî ji bo ronîkirina dîroka Dewleta Eyûbiyan û bi giştî jî li ser dîroka Kurdan yek ji wan çavkaniyên herî girîng e û ji bo lêkolînerên dîrokê û kesên ku eleqeya wan bi dîroka Kurdan re heye çavkaniyeke girîng e.
NAVENDA NÛÇEYAN