Rêya jiyana Eskerê Boyîk

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Îlon 2025 - 00:13

Pirtûka "Riya Jiyana Min" a Eskerê Boyîk ji Weşanên Nûbiharê derket. Pirtûk ji jiyana Boyîk gelek agahiyên cuda pêşkêş dike.

Nivîskar Eskerê Boyîk di sala 1941'ê de li Ermenistanê hatiye dinê. Ew kurdên Serhedê ye, malbata wî di sedsala 20'î de ji mecbûrî koçî Kafkasyayê kiriye. Ew jî li wir hatiye dinê. Ev nêzî 30 salan in ew li Elmanyayê dijî. Wî heta niha gelek ked daye kurdî û heta niha zêdeyî 30 pirtûkên wî bi kurdî û zimanên din hatine weşandin.

Di 84 saliya xwe de ew niha pirtûka xwe ya otobiyografîk "Riya Jiyana Min" pêşkêş dike.
Eskerê Boyîk di jiyana xwe de ligel zanyar û nivîskarên kurd ên wekî Erebê Şemo, Qanate Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Şekroyê Xudo, Ferîkê Ûsiv, Celîlê Celîl û gelekên din daye û standiye. Wî wekî nivîskar, ronakbîr û zanyarên kurd mohra xwe li serdemekê xistine, gelek nivîsandiye, bandor li yên dû xwe kiriye.

Eskere Boyik temamiya jiyana xwe diyarî çand û edebiyata gelê xwe kiriye. Ev kêliyên jiyana wî di vê pirtûkê de cih girtine. Di wan bîranînan de jî tê xuyan, umrê xwe çawa bi birîn, bi êşên kûr derbas kiriye.

Navê Eskerê Boyîk jî bi dereca bilind, di dîroka çand û edebiyata gelê kurd de hatiye nivîsandin. Serpêhatiyên xwe û yên kurdên Sovyetê; her wiha zanyariyên xwe yên li ser ola êzîdiyan di vê pirtûkê de bi berfirehî nîşanî xwendevanan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.