Şahbanûya xurt û zîrek; Nefertîtî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 00:55

  • Şahbanûya Nefertîtî yek ji wan jinan e ku di dîroka Misrê kevnar de rolek girîng lîstiye. Nefertîtî bi kesayeta xwe ya xurt di serdema xwedawendiya xwe de dikaribû rola şahbanûyê bilîze û hewl da wekheviya di navbera jin û mêr de pêk bîne.

AVRÎN NAVDAR / NÛJINHA / HESEKÊ 

Jin di avakirin û pêşxistina civakê de roleke girîng dilîzin. Ji destpêka mirovahiyê ve heta vê rojê jin ji xwedawendan heta şahbanû, pêşengan di hembêzkirin û mezinkirina civakê de xwedî cihekî girîng in. Nefertîtî yek ji şahbanûyên ku di bîra jinên Rojhilata Navîn de nemir maye û weke sembola têkoşîna wan tê dîtin. Gelo ew kî ye? Destkeftiyên wê yên dîrokî yên herî berbiçav çi ne? Wê çawa di civata xwe de pozîsyonek bi prestîj bi dest xist?

Tevî ku sira li dora jiyana Nefertîtî zêde dibe jî lêgerîna vedîtina wê her diçe bihêztir dibe. Windabûna wê ya ji nişka ve ji tomarên dîrokî piştî 12 salan hevserokatiya bi mêrê xwe, Exnetûn re, li mîrata wê zêde dike. Mîrateya wê saxlem maye û nasnameyeke nû bi dest xistiye. Vê mîrateyê îlham daye jinên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî jinên Misrê.

Çawa ku Rêber Abdullah Ocalan peyama xwe ya 8’ê Adarê ya ji bo jinan ku bi navê “Peyama Vejînê” da zanîn, wiha got: “Piştî ku di dîrokê de çanda jinan a xwedawendan têk çû, şahbanûyên mîna Nefertîtî û yên din derketin holê." Niha, ev şahbanû tenê jinên malê tên hesibandin. Ev jî tê wateya ku rola jinan di dîrokê de kêm bûye û bi malê û mezinkirina zarokan ve girêdayî mane.

Bi vê raporê me hewl da em rola şahbanûya Nefertîtî ya di dîrokê de û girîngiya wê serdemê ya ku li dijî pergalên baviksalarî yên dixwestin nasnameya jinan ji holê rakin, ronesansekê temsîl dikir bikolin.

Şahbanû Nefertîtî kî ye?

Şahbanûya Nefertîtî yek ji wan jinan e ku di dîroka Misrê kevnar de rolek girîng lîstiye. Navê Nefertîtî navekî Misrî ya kevnar e ku tê wateya "ya bedew hat" Peyva "nefer" tê wateya bedew û "tîtî" tê wateya hat, tê wateya navê bedewî û xweşikbûnê sembolîze. Hêz û bedewiya wê wek hinek taybetmendiyên ku ji xwedawendan re tên destnîşankirin, weke hêz û kesayetiya wê ya wêrek, temsîl dike.

Wê bi mêrê xwe Axnetûn re, weke şahbanûya Xanedaniya hejdehan re di salên 1350-1334 B.Z. parve kir. Bi hev re weke kevneşopiya padîşahên Xanedaniya hejdehan, beşdarî nûavakirina Perestgehên Karnak bûn. Nefertîtî şeş keç anîn, wek ku li ser dîwarên gora Merîree ya duyemîn nîşan dide ku Nefertîtî li tenişta Axnetûn û li pey wan şeş keç hene, hatiye xêzkirin. Di heman demê de Nefertîtî li Misrê kevnar bû sembola hêza olî û padîşah.

Berhem û sernavên Nefertîtî 

Nefertîtî bi gelek sernavên wek "Prensesa Mîrîtî, Pir Pesn, Xatûna Kerem, Evîna Şîrîn, Xanima du axan, Jina Qralê Mezin, Xanima Hemû Jinan, Mîrê Misrê Jorîn û Jêrîn" dihat nasîn. Her wiha bi bedewî û kesayetiya xwe ya xurt dihate naskirin û kesayetiya wê bandoreke mezin li ser civaka wê dikir.

Nefertîtî di banga olî ya nû de (olê Aten) piştgirî da hevjînê xwe. Li wir roleke sereke di belavkirina hînkirinên ola nû de lîst û di hemû şahî û şahiyên olî û fermî de derket. Nefertîtî di siyaseta derve de roleke girîng lîst, wekî ku di wêneyê li Muzexaneya Boston de tê xuyakirin ku tê de rawestiyayî tê teswîrkirin, kulma xwe bilind dike da ku bi dijminên xwe re rûbirû bimîne, wêneyê jinek bihêz nîşan dide. Ev dîmena ku tepisandina dijminan îfade dike, li gorî îmaja mêr a serdest a serdema Firewn a padîşahê desthilatdar ku dijminên Misrê kontrol dike, ye. Wekî din, Nefertîtî bi tacên padîşah ku aîdê padîşahek hukumdar e, ne tenê taca jina padîşah tê xuya kirin, dîmena wê derket. Ji bilî taca ku wek Taca El-Xebraş a şîn tê zanîn, ku padîşah di demên fermî de li xwe kiribû, Nefertîtî jî bi heman tacê derket.

Paşguhkirina jinan û sira dîroka wan a kevnar

Li gel nezelaliya li ser dîroka berxwedana jinan a ji destpêka mirovahiyê ve, sîstemên otorîter û kapîtalîst ji bo berovajîkirina wêneyê jinên berxwedêr ên weke Nefertîtî û yên din dixebitin. Îro eger em ji jinên Rojhilata Navîn û bi taybet jinên Misirê bipirsin ka ew li ser jiyana şahbanûya Nefertîtî çi dizanin, an jî heta çi radeyê di zindîkirina kesayeta wê ya bi hêz de ne, em ê bi bersivên ku jiyan û kesayetiya wê nîşan didin an jî xebata ku li ser şopa wê bişopînin têr nebin. Ev jî ji ber pêkanînên rejîmên sermayedar û otorîter ên ji bo tunekirina nasnameya jinê û rola pêşeng a di dîrokê de û heta îro hatiye meşandin.

Dema ku îro em behsa binpêkirinên li Rojhilata Navîn li dijî jinan dikin, em dibînin ku ew rastî gelek kêşeyan tên ku rê li ber rola wan di hemû aliyên jiyanê de digirin. Ji ber ku jin bi perspektîfa milk û aîdî mêran tên dîtin. Tenê rola wan şopandina mêran e û biryarên ku di asta siyasî, civakî û leşkerî de yên ku mêr didin, erê bikin. Lê ev rastiya jinên ku rola xwedawend, şahbanû, kedkar, siyasetmedar, parêzger û rêveberî lîstine hemû jî ji hêza îrade û sekina ku taybetmendiya jinê ye, temsîl nake.

Nefertîtî û berdewamiya mîrasa wê 

Jinên Misrê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin ku rê li ber beşdarbûna wan di qadên cuda yên jiyanê de digirin. Weke şahbanûya ku kar û barên civakî, siyasî û leşkerî birêve dibir, Nefertîtî ji bo jinan li Misrê xaleke zivirînê nîşan da. Em dikarin bibêjin têkoşîna ku îro jinên Misrê dimeşînin berdewamiya mîrateya ku Nefertîtî di rûpelên dîrokê de hiştiye.

Jin îro li Misirê ji ber zêdebûna binpêkirinên, rêjeyên bilind ên qetilkirinê, kêmkirina rola wan di cihên biryardayînê de û nebûna qanûnên ku mafên wan diparêzin, dikişînin. Ev bûyer zîhniyeteke ku têkoşîn û berxwedana Nefertîtî bi perspektîfeke otorîter dinere nîşan dide. Mîna ku ew dixwaze wekheviyê di navbera jin û mêr de pêk bîne, lê li dijî adet û kevneşopiyan e. Lê pirsa ku derdikeve pêş ew e ku çêkerê çand, civak, zanist, derman, aborî û hwd kî ye? Ma ne jin e ku bi hiş û dilê xwe yê mezin civak ava kir? Ji ber vê yekê wekhevî û rêvebirina civakê erkeke bingehîn a jinan e û ya ku Nefertîtî û îro jinên Misrê têdikoşin mafê jiyana azad û bi rûmet e.

Rêveberiya jinê û pergala wekheviyê 

Çawa ku Îştar, Setar û gelek xwedawendên ku civak ava kirin û di pêşketina mirovahiyê de bûn sembolên azadî, aşitî û demokrasiyê. Ev nirx di jînenîgarî û têkoşîna wan de cih girtine ku rêya jinan ronî dike û ber bi têgihiştina rast a cewherê xwe ve dimeşîne. Tevî derketina gelek rejîm û serdemên ku dixwestin pergaleke mêr a desthilatdar ferz bikin, jin bi sekn û têkoşîna xwe re koka xurt a pêşeng û rêveberiyê di civaka xwe de zindî dike.

Jin di çarçoveya têkoşîna xwe ya îro de li Rojhilata Navîn dikarin ji kevneşopiyên Nefertîtî hêz, berxwedan û pêşengiya jinê pêk bînin. Dikarin lêkolîn bikin ka civakên jinan ên kevnar çawa xwe birêxistin kirine, zanîn û tecrubeyên xwe parve kirine û huner û çand ji bo îfadekirina pirsgirêkên xwe çawa bi kar tînin. Yek ji xalên herî girîng ên ku divê ji dîroka şahbanûya Nefertîtî were bibîranîn, pergala wekheviyê ye ku wê bi hevjînê xwe Axnetûn re dimeşand. Dema ku em dikevin kûrahiya vê mijarê, diyar dibe ku rola Nefertîtî tenê bi piştgirî û beşdarbûnê sînordar nebûye. Belê ew bi mêran re di rêvebirina siyaseta derve de xebitî û di rûbirûbûna dijminan de rolek pêşeng lîst. Her wiha di merasîm û betlaneyên fermî de jî her dem li pêş bû ku girîngiya parastina wekheviya jin û mêr di hemû qadên jiyanê de nîşan dida.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.