Selama: Doza Ocalan navneteweyî ye
În 5 Îlon 2025 - 03:20
Endamê Amnesty û çalakvanê mafên mirovan ê Misrî Alaa Selama diyar kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan ji gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re hatiye şandin da ku zextê li Enqereyê bike ku "Mafê Hêviyê" ya ku Dadgeha Ewropayê di 2014'an daye, bide.
Mafnas û şêwirmendê mafên mirovan ê Misrî, Serokê Meclisa Rêvebir a Dar Al Adala ya Navneteweyî û Parêzeriyê û endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) Dr. Alaa Selama aşkera kir ku tîma parastinê ya Rêber Abdullah Ocalan doza wî ji bo gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî şandiye, da ku zextê li rayedarên Tirkiyeyê bikin, ku mafên wî yên qanûnî yên ku di peymanên navneteweyî de hatine garantîkirin, bidin wî.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN