Rengê şîn ê Misrê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 00:38

  • Lêkoleran yek ji pigmentên sentetîk ên herî kevn ê cîhanê ji nûve afirandin. Ev pîgementê ku weke “Rengê Şîn ê Misrê” tê zanîn di dema xwe de rengekî pirr bi qîmet bûye û di gelek waran de hatiye bikaranîn.

Rengê şîn ê Misrê, ku yek ji pigmentên sentetîk ên herî kevn ê cîhanê ye. Ev rengê taybet zêdetirî 5.000 salan heye û dîroka rengî diçe B.Z sala 3300’an. Bi demê re hûrguliyên tarîfa vî rengî winda bûne û bi temamî ji nû ve nehatiye çêkirin. Niha, tîmeke lêkolînê ji Zanîngeha Eyaleta Washingtonê (WSU), bi hevkariya Muzeya Dîroka Xwezayî ya Carnegie û Enstîtuya Parastinê ya Muzeya Smithsonianê, dixwaze tarîfa vî rengî ji nûve bi dest bixe û ji nûve çêbike.

Li gorî lêkolînek ku di meha buhirî de di kovara NPJ Heritage Science de hate weşandin, tîmê lêkolînê bi hevberkirina madeyên xav ên wekî krîstalên dîoksîdê sîlîsyûmê, sifir, kalsiyûm û karbonata sodyûmê bi rêbazên cûda yên germkirinê, 12 tarîfên rengê şîn ê  Misrê pêş xistin. Ev made di germahiyeke ji 1800 dereceyên Fahrenheitê zêdetir, heta 11 saetan hatin germkirin. Piştî ku nimûne sar bûn, zanyaran pigment bi mîkroskop û teknîkên analîzê yên modern kolan û her wiha wan bi du berhemên kevnar ên Misrê re dan ber hev.

Nivîskarê sereke yê gotarê û rêveberê Dibistana Endezyariya Mekanîk û Madeyan a WSU'yê, John McCloy, got: "Em hêvî dikin ku ev xebat bibe mînakeke baş a ku nîşan dide zanist çawa dikare di lêkolîna paşeroja mirovahiyê de bibe alîkar. Ev xebat nîşan dide bê ka zanista modern çawa çîrokên veşartî yên di berhemên kevnar ên Misrê de derdixe holê."

Piştî hilweşîna Romayê kêmtir hate bikaranîn

Berî bi hezaran salan, rengê şîn ê Misrê wekî alternatîfeke erzan ji mîneralên wekî turkuaz, şînê çivît û lapis lazuliyê re dihat pêşkêşkirin û di zimanê Misrî de wekî "hsbd-iryt" an jî "lapis lazuliya sûnî" dihat binavkirin. Tevî navê xwe, tona rastîn a şînê Misrê, li gorî naverok û dema pêvajoyê, ji şîniya tarî heta gewriyên mat an kesk diguhere û ji darê heta kevir, ji mircanan heta niviştan her tiştî dixemiland. Lê belê, li gorî daxuyaniya WSU'yê, piştî hilweşîna Împaratoriya Romayê, ev pigment kêmtir hate bikaranîn. Di serdema Ronesansê de, zanîna çawaniya hilberîna wê bi piranî hate jibîrkirin.

Di demên dawî de eleqe zêde bûye

McCloy wiha got: "Çend kesên ku pigmentê hilberandin, paşê wê veguhestin û li cihên cuda bikaranîn. Yek ji tiştên ku me dît, ev bû ku bi cudahiyên piçûk di pêvajoyê de encamên pir cuda hatin bidestxistin." Bi rastî, encaman nîşan da ku ji bo afirandina hin ji rengên herî têr û şîniyên herî zelal, tenê nêzîkî %50ê pêkhateyên rengê şîn têrê dike. McCloy herwiha destnîşan kir ku, bi berçavgirtina sepanên teknolojiya nû û pêşketî yên serdema me ya modern, eleqeya ji bo şînê Misrê di van demên dawî de ji nû ve zindî bûye. Lêkolîner dibêjin ku taybetmendiya herî balkêş a pigmentê ev e ku ew di beşa nêzîkî infrasor a spektruma elektromagnetîk de, ku ji hêla mirovan ve nayê dîtin, ronahiyê belav dike, û ji ber vê yekê dikare di şopa tiliyan, mîhengên dijî-sextekariyê û gelek qadên din de were bikaranîn.

‘Divê em qedrê vî rengî bigirin’

McCloy di derbarê lokolînê de got: "Di destpêkê de ev tenê wekî tiştekî kêfxweş dest pê kir, ji ber ku [Muzeya Carnegie] ji me xwest ku hin materyalan ji bo pêşangehê hilberînin, lê belê eleqeyeke zêde ji bo materyalê heye. Her çendî îro deriyê îmkanên balkêş vedike jî, girîng e ku mirov girîngiya çandî û hunerî ya ku şînê Misrê berê hildigirt, fam bike û dîsa qedir bidê ”

Pêvajoyek tevlihev bû

Arkeologê Zanîngeha Ontarioya Rojava, Moujin Matin, ku di lêkolîna dawî de cih negirt, ji kovara Chemistry World re got: "Hilberîna rengê şîn ê Misrê pêvajoyek pir tevlihev bû ku tenê di çarçoveyeke çandî û teknolojîk a baş pêşkeftî de mimkûn bû. Ji aliyê çandî ve, girîngiya şînê di sembolîzma olî û jiyana rojane de, girîngiyeke taybet da pigmentê û nirxa wê ya domdar û bikaranîna wê misoger kir."

Nimûneyên ku ji hêla WSU'yê ve hatine hilberandin niha li Muzeya Carnegie ya li Pittsburgh, Pennsylvania têne pêşandan û dê di demeke nêzîk de bibin beşek ji galereya nû ya dirêj-dem a muzeyê ku ji Misra kevnar re hatî veqetandin. Ji bo kesên ku meraq dikin ku xebata tevahî bibînin, hûn dikarin serdana NPJ Heritage Science bikin.

https://www.nature.com/articles/s40494-025-01699-7

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.