Peymana Sadabad

Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 02:45

Beriya 88 salan di navbera Îran, Tirkiye, Iraq û Efganistanê de Peymana Sadabad hat îmzekirin.

Armanca sereke ya vê peymanê ji bo pêşîlêgirtina serhildan û avabûna tevgerên siyasî û leşkerî yên Kurdan bû. Heta niha jî Îran, Tirkiye û Iraq dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, bi dijbertiya xwe hewl didin vê peymanê zindî bihêlin. Lê ti demê jî nekarîne pêşî li tevgerên Kurd ên siyasî û leşkerî bigrin.

88 sal di ser Peymana Sadabad a ku di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Efganistanê de hatibû îmzekirin re derbas dibin. Di 8’ê Tîrmeha sala 1937’an de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Enayetulla Semîî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Tewfîq Ruşdî Aras, Wezîrê Derve yê Efganistanê Feyz Mihemedxan û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Nacî Esîl li Qesra Sadabad a li bakurê paytexta Îran Tehranê kom bûn û peyman îmze kirin.

Li gorî dîroknasên Tirk û Îranî hinceta îmzekirina peymanê talukeya li ser sînorên van welatan e. Dîroknasên Tirk îdîa dikin piştî ku Îtalyayê di wan salan de Habeşîstan dagir kir, bi armanca tedbîran ev peyman hatiye îmzekirin. Dîroknasên Îranî jî îdîa dikin ku peyman bi plangeriya Brîtanyayê li dijî Sovyetê hatiye îmzekirin. Lê di peymanê de xaleke ku balê dikişîne ser vê mijarê tune ye.

Di peymana ku ji 10 xalan pêk tê de, xala duyemîn dibêje ku divê welatên peyman îmze kirine, girêdayî mîsogeriya ewlekariya sînorê hevbin û biparêzin.

Di xala 7’emîn de jî wiha hatiye gotin: “Her welatekî girêdayî vê peymanê berpirsyare ku nehêle di nava sînorên wan de bi armanca hilweşandina saziyan, têkbirina pergal û ewlekarî yan jî hilweşandina rejîma hikûmetên welatên din çeteyên çekdar, yekîne yan jî rêxistin bên avakirin. Her wiha nehêle ku çalakî bên çêkirin.”

Di van herdu xalan de herçiqas bi awayekî eşkere navê tevgerên Kurd derbas nekiribin jî, Kurdistan di nava sînorê Iraq, Îran û Tirkiyeyê de hatiye parçekirin. Li ser sînorê van welatan jî tenê liv û tevgera rêxistinên Kurd hebû. Dikare bê gotin ku ev peyman li dijî tevgerên Kurd hatine îmzekirin.

Balkêş e ku beriya peymanê, di sala 1935’an de di navbera Tirkiye, Îran û Iraqê de lihevkirin çêbûye, di sala 1937’an de jî Efganîstan tevlî kirine. Dîroknas dibêjin ku ev jî tenê bi armanca ku armanca esasî veşêrin hatiye çêkirin.

Mijareke din a ku balê dikişîne jî ew e ku piraniya xalên vê peymanê nehatine pêkanîn û bê wate man. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn (1945) gelek xalên peymanê di pratîkî de ji holê rabûn. Lê belê bi taybetî xala 7’an a li dijî Kurdan dewam kir. Peyman bi awayekî hiqûqî hebûna xwe heta sala 1979’an dewam kir. Dema ku di sala 1979’an de li Îranê şoreşa Îslamî pêk hat, Îranê daxuyaniyên wekî ku peymanê betal dike dabûn. Dema di sala 1980’ê de şerê Îran û Iraqê derket jî peyman ji holê rabû.

Her çiqas dijminahiya van dewletan a li dijî gelê Kurd dewam e, lê heta niha gelê Kurd di nava xwe de nekariye yekitiyek netewî avakin û li dijî van peyman û lihevkirinan bisekinin. Ji ber vê çendê dijminan heta astekê karîne di nava Kurdan de parçebûnê çêkin û serdestiya xwe dewam bikin. Lê tevî hemû dijminahiya xwe heta niha nekarîne pêşî li tevgerên Kurdî bigrin û Kurdan tine bikin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.