Pisporekî Misrî: Dibe sedema vegera DAIŞ`ê
Çarşem 27 Tebax 2025 - 03:15
Pisporê rêxistinên terorîst Munîr Edîb diyar kir ku nebûna stratejiyeke navneteweyî dê bibe sedema vegera DAIŞ`ê û got, divê dezgeheke navneteweyî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de were avakirin ku erka wê tenê mijûlbûna bi rêxistinên terorîst be.
6 sal di ser hilweşîna DAIŞ`ê re derbas bûn, lê mijara hebûna DAIŞ`ê û siberoja wê hîna jî di rojeva navneteweyî de ye.
Serokê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Vladimir Voronkov di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku 20’ê Tebaxê hatibû lidarxistin de, diyar kiribû ku DAIŞ`ê li Sûriyeyê hîn jî gefeke rastîn e û gotibû, "piştî hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ser desthilatê, rewşa lawaz bûye, DAIŞ’ê valahiya ewlehiyê bikar tîne da ku êrişan pêk bîne û nakokiyên mezhebî gûr bike. "
Der barê mijarê de pisporê karûbarên rêxistinên tundrew Munîr Edîb ê Misirî got, civaka navneteweyî hîn jî di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de zehmetiyan dikşîne. Edîb destnîşan kir ku Koalîsyona Navneteweyî di dosyaya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de caran têk çûye û ev nirxandin kir: "Cara yekem piştî ragihandina 'xîlafetê' di sala 2014`an de bû; heya ku kontrola rêxistina DAIŞ’ê li Reqa û Musilê bi dawî kir, 5 sal bi temamî dirêj kir. Cara duyemîn jî di sala 2019`an de dema ragihandin ku DAIŞ’ê hilweşiya. Tevî ragihandina hilweşîna DAIŞ’ê jî lê heta niha behsa hebûna wê ya berdewam tê kirin. "
Edîb diyar kir ku desthilata niha ya li Sûriyeyê bi awayekî nerasterast ji bo tundrewiyê jîngeheke guncaV peyda kiriye, ev yek jî dergehek ji bo vegera DAIŞ`ê û komên din ên tundrew vebe. Edîb got, têkiliyek dostaniyê di navbera DAIŞ`ê, Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên tundrew ên Îslamî yên li Sûriyeyê de heye.
Edîb hişyarî da ku îradeyeke rastîn a navneteweyî ji bo pêşxistina nêrînek û stratejiyeke berfireh a şerê li dijî rêxistinên "terorîst" tune ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Pirsgirêk ne tenê têkibira DAIŞ`ê wekî "rêxistin" e, lê di pirsgirêk helwesta li hember welatên ku piştgiriyê didin wê an jî ji bo wê armancên siyasî û ewlehiyê bikar tînin e."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN