Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:33

DILGEŞ RUVANAS-ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Li gel hatina demsala biharê li Kurdistanê xweza hêdî hêdî şiyar dibe û dîmenên xweş pêşkêş dike. Erdnîgariya Kurdistanê ku ji salên 1990’î û vir ve rû bi rûyê polîtîkayên taybet ên dewletê dibe û tê talan kirin. Li Şirnexê gelek deverên bi dar û ber tên talankirin. Ji ber vê ev der ji bo gel hatine qedexekirin. Ji van cihên ku bi salan e qedexe ne û tenê bi destûra walîtiyê mirov dikare biçe wan deveran, yek jê jî Herêma Tanina Sindiyan e. Tanîna Sindiyan, çiyayên wê li ser sînorê navçeyên Qileban û Elkê yên Şirnexê ne. Tanîna Sindiyan di heman demê de, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Rêya alternatîf a bajarokê Dêrahînê a Qilebanê di Çiyayê Tanînê re derbas dibe. Piştî rêwîtiya li ser rêya dirêj ku wekî 32 bend tê zanîn, mirov digihêje Tanînê. Tanîn bi salan e gelek caran dibe şahidê şer jî. Niha aliyek wê berf û aliyê wê yê din jî bi kulîlkan xemilîye. Tanîn bi heybeta xwe balê dikşîne ser xwe. Di heman demê de li vê herêmê her cure kulîlk jî şîn dibin. Guldexwîn, laleya sor, kulîlka avê, kulîlka qazê û kulîlkên sardûnya şîn bûne. Tanîna Sindiyan ku heta niha tim û tim bûye mijara kilam û stranan, di bin siya qedexeyan de bi xwezaya xwe ya bêhempa mirov sermest dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.