Nexşeya Îdarî ya nû Rêveberiya Xweser

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:45

Li gorî Qanûna Dabeşkirina Îdarî ku 30’ê Nîsanê hat qebûlkirin, Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 95 bajarokan hat dabeşkirin. Bi vî rengî li herêmê wê 141 şaredarî çêbibin.

Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 30’ê Nîsan 2024’an di rûniştina 98'an a Meclisa Gelan de hat erêkirin. 

Di qanûnê de pênaseya kanton, bajar, bajarok, gund û mezraa ji nû ve hat kirin û hejmara van jiyangehan hat diyarkirin.

Di qanûnê de têkiladîrî nexşeya îdarî ya herêmê, gelek guhertinên nû hatine çêkirin.

Hejmar û navên kantonan wekî ku di Hevpeymana Civakî de hatine diyarkirin, di qanûnê de hatiye bicîhkirin.

Li gorî qanûnê, Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji kantonên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Firat, Minbic û Efrîn-Şehba pêk tê.

Heta niha jiyangehên li herêmê wekî bajar, navçe, bajarok, mezraa û gund dihatin pênasekirin. Lê di qanûnê de pênaseya navçeyê hatiye rakirin, bajarê mezin hatiye zêdekirin. Yanî di dabeşkirina nû de bajarên mezin hene, navçe nîn in.   

141 bajarên mezin, bajar û bajarok

Li gorî qanûnê Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 95 bajarokan hat dabeşkirin. Jiyangehên ku hejmara şêniyên wê di bin 100’î de be, wekî mezraa, ji 101 heta 5 hezarî wekî gund, ji 5 hezarî heta 35 hezarî wekî bajarok, ji 35 hezar heta 200 hezarî wekî bajar, ji 200 hezar zêdetir jî wekî bajarê mezin hatine pênasekirin.

Li kantona Cizîrê bajarên Qamişlo û Hesekê, li Kantona Reqayê bajarê Reqa, li Kantona Firatê bajarê Kobanê, li Kantona Minbicê bajarê Minbic û li Kantona Efrîn û Şehbayê jî Efrîn wekî bajarên mezin hatine pênasekirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.