Li Şîliyê 51 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 5 Sibat 2024 - 01:45

Li herêmên navîn û başûr ên Şîliyê, agir bi gelek qadên daristanî ketin ku şewata herî giran a deh salên dawî ye. Hate ragihandin ku herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Li girên herêma Valparaîsoyê ku herêmeke tûrîzmê ye, 19 kes li taxa Vîlla Îndependencîayê mirin. Ji rayedarên Wezareta Karên Hundir Manûel Monsalve anî ziman ku tevî qurbaniyan her wiha ji 3 heta 6 hezar xanî ji ber şewatê xisar dîtin an jî bi temamî şewitîn. Serokdewlet Gabrîel Borîc bi helîkopterê li ser qada karesatê geriya û diyar kir ku li peravê Pasîfîkê qadeke bi 43 hezar hektarî ya daristanî şewitî. Her wiha ragihand ku fikar hene, hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Ji roja Çarşemê û vir ve li herêmên navîn ên Şîlî û paytext Santîagoyê germahî nêzî 40 pileyî bû. Tê gotin wê piştî Şîlî û Kolombiyayê, pêla hewa germ wê rojên bê bandoreke giran li Arjantîn, Paragûay û Brezîlyayê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.