Piştî 50 salan edaleta ji bo Víctor Jara

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 30 Tebax 2023 - 15:49

Dadgeha Herî Bilind a Şîliyê duşema bihurî, ji ber qetilkirina stranbêj û strançêkerê navdar Víctor Jara, li 7 endamên artêşê yên teqawîtbûyî ceza birrî. Tohmetên li dijî van qatilan di biryara ceza de ev in:  revandina bi darê zorê û şidetê, êşkence û kuştina Víctor Jara û midûrê berê yê hepsê. Yekî ji van qatilan ji bo ku neyê girtin, xwe kuşt.

Di nava sûcdaran de leşkerên teqawît Raúl Jofré Gonzáles, Edwin Bianchi, Nelson Haase, Ernerto Wulf, Juan Jara Quintana, Ernesto Bethke û Hernán Cachón ji ber her du cinayet, her yekî 15 sal cezayê hepsê li wan hat birrîn. Bi vê yekê biryareke ji sala 2018´an qethî bû.

Ji vê û wêde, dozgerê leşkerî yê teqawît Rolando Melo Silva jî ji ber alîkariya cînayetan û girtina neqanûnî wê 8 salan bikeve hepsê.

Víctor Jara, yek ji navdartirîn nûnerên Trova, aktor û mamoste, roja darbeya leşkerî hate revandin û 16´ê Îlona 1973´yan piştî êşkenceya 3 rojan, bi 44 guleyan hatibû qetilkirin. Darbe li dijî serokdewletê sosyalîst Salvador Allende hatibû kirin û Víctor Jara bi sedan kesên din re hatibû revandin. Êşkence û qetilkirina Víctor Jara li Estadio Chile (Stada Şîliyê) bi rê ve hatibû birin.

Rojekê piştî eşkerekirina biryarê, yek ji sûcdaran Hernán Chacón ji bo ku neyê girtin xwe kuşt. 

 

Sûcdar li DYE´yê ye

Ji kesên ceza li wan hat birrîn, Pedro Barrientos li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dimîne û serbest e. Ya rast dadgeheke DYE´yê sala 2016´an ceza lê birrîbû ku 28 milyon dolaran bide xizmên Jara, lê ti cezayê ji ber sûc li wî nehat birrîn. Xizmên Jara dixwazin ew were radestkirinî Şîliyê.

18´ê Tîrmeha bihurî dadgeheke DYE´yê biryar da ku welatîbûna Barrientos, ji ber agahiyên derew ên wî dane hatibûye qebûl kirin û ji ber ku niha eşkere bûye ku derew kirine, ew ne welatiyê DYE´yê. Ev jî rê li ber wê yekê diveke ku Barrientos karibe bê dersînorkirin. Ji ber wê niha kapmanyayek li Şîliyê tê birêvebirin da ku wezareta karê derve ya Şîliyê pêvajoya radestkirina Barrientos bide destpêkirin. 

SANTIAGO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.