Cûntayan tifaq çêkir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 18 Îlon 2023 - 00:18

Cûntayên leşkerî yên Malî, Nîjer û Bûrkîna Faso roja Şemiyê peymaneke ewlekariyê îmze kirin û ragihandin ku eger raperînek çêbibe, yan jî êrişek ji derve bê kirin ew ê alîkariyê bi hev re bikin.

Lîderê cûntaya Malî Assîmî Goîta daxuyaniyek da û anî ziman ku bi Peymana Lîptako-Goûrma re ya ku hersê welatan mohra xwe danîne binî, Tifaqa Dewletên Sahelê (AES) hatiye avakirin.

Piştî darbeya dawî ya li Nîjerê, Civaka Aborî ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê (ECOWAS) ku blokeke herêmî ye, ji bo jinûve danîna rêveberiya destûra bingehîn a li welêt gefa bikaranîna hêzê xwaribû. Malî û Bûrkîna Faso beriya niha soz dabûn ku eger êrişek li ser Nîjerê bê kirin ew ê li gel Nîjerê tevbigerin.

Wezîrê Parastinê yê Malî Abdoûlaye Dîop daxuyaniyek da rojnamevanan û got:"Ev tifaq wê bibe kombînasyonek hewldanên aborî û leşkerî yên di navbera hersê welatan de." Her wiha diyar kir ku karê wan ê sereke wê têkoşîna li dijî Îslamîstên tundrew be.

Di metna peymanê de hate gotin:"Eger êrişek li ser serwerî û yekparebûna xaka welatek an jî welatên endamên peymanê bê kirin, aliyê din wê vê êrişê li dijî xwe bibînin."

Hersê welat endamên Tifaqa Sahel G5 bûn ku tifaq ji bo têkoşîna li dijî komên Îslamîst ên li herêmê li gel Çad û Morîtanya bi piştgiriya Fransayê di sala 2017'an de hatibû avakirin. Têkiliya Fransayê ya bi van hersê welatan re piştî darbeyê xera bibû."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.