Venedîk filmên îsal neqandin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Tîrmeh 2023 - 04:36

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Venedîkê îsal cara 80'ê tê lidarxistin. Festîvala Venedîkê yek ji festîvalên herî kevn ya sînemayê ye û ji bo sînemavanan platformeke girîng e. Festîval her sal xelata “Şêrê Zêrîn” dide û sînemavan ji bo vî xelatê bistînin pirr bi kelecan in.

Festîvala Venedîkê dê îsal di navbera 30’ê Tebax û 9’ê Îlonê de were lidarxistin. Komîteya festîvalê filmên ku ji bo pêşbirka îsal hatine neqandin eşkere kir. Filmên li jêr dê ji bo xelata “Şêrê Zêrîn” û “Şêrê Zîvîn” bistînin bikevin pêşbaziyê.

Filmên neqandî yên sala 2023’an ev in;

- “Comandante” Edoardo De Angelis 

- “The Promised Land” Nikolaj Arcel 

- “Dogman” Luc Besson 

- “Le Bête” Bertrand Bonello

- “Hors-Saison” Stêphane Brizê 

- “Enea” Pietro Castellitto 

- “Maestro” Bradley Cooper 

- “Priscilla” Sofia Coppola

- “Finally Dawn” Saverio Costanzo

- “Lubo” Giorgio Diritti 

- “Origin” Ava DuVernay 

- “The Killer” David Fincher 

- “Memory” Michel Franco

- “Io Capitano” Matteo Garrone 

- “Evil Does Not Exist” Ryûsuke Hamaguchi 

- “The Green Border” Agnieszka Holland 

- “The Theory of Everything” Timm Kroger 

- “Poor Things” Yorgos Lanthimos 

- “El Conde” Pablo Larrain

- “Ferrari” Michael Mann

- “Adagio” Stefano Sollima 

- “Woman Of” Malgorzata Szumowska, Michal Englert 

-  “Holly” Fien Torch

Derhêner Damian Chazelle serokatiya juriyê dike û endamên juriyê jî ev in: Saleh Bakri, Jane Campion, Mia Hansen-Love, Gabriele Mainetti, Martin McDonagh, Santiago Mitre, Laura Poitras, Shu Qi.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.