Sirra filmê dawî yê Hayao Miyazakî

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Hezîran 2023 - 03:42

Şirketa Japonî “Stûdyo Ghibli” da zanîn ku ew ê ji bo filmên anîmasyonî yê Hayao Miyazakî reklam û fragmanên nû parve nekin. Filmê bi navê “How Do You Live?” (Tu çawa dijî?) dê di 14’ê Tîrmehê de li gelek welatan li sînemayê were nîşandan. Piştî filmên “Spiridet Away”, “My Neighbour Totoro” temaşevan meraq dikin dê filmê nû yê Miyazakî çawa be, her wiha tê gotin ku dê ev filmê dawî yê Miyazakî be.

Miyazakî ev filmê anîmasyonî yê nû ji ber romana nivîskarê Japonî Genzaburo Yoshina adepteyî sînemayê kiriye. Film behsa ciwanekî dike. Bavê wî dimire û ev ciwan hê xame ye. Serpêhatiyên wî tên vegotin. Stûdyo Ghibli derbarê filmî de heta niha kêm agahî parve kirin û heya ji wan tê di derheqê film de tiştekî eşkere nakin. Yek ji berpirsyarên Stûdyo Ghibli da zanîn ku heta film têkeve vîzyonê dê bedeng bimînin û di derbarê film de şiroveyan nekin. 

Stûdyo Ghibli berê ji bo filmên xwe daxuyaniyan dida û beriya filmên wan li sînemayê werin nîşandan şiroveyan jî dikirin. Lê vê carê biryar girtine ku li ser film tiştekî nebêjin. Her wiha berpirsyarê Stûdyo Ghibli filmekî Emerîkî jî rexne kir û got beriya film têkeve vîzyonê naveroka film eşkere kirine. Stûdyo Ghibli ji ber vê sedemê naveroka filmê “How Do You Live?” eşkere nake. 

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.