Bi “Challengers” dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Tîrmeh 2023 - 03:25

Festîvala Filman a Venedîkê yek ji festîvalên filman ên herî domdar e, cara 80’yî tê lidarxistin. Her wiha festîvalê ragihand ku wan filmê Luca Guadagnino yê bi navê “Challengers” weke filmê destpêka festîvalê neqandiye û festîval bi vî filmî dê dest pê bike.

Derhêner Luca Guadagnino bi filmên xwe yên "Call Me Your Name", "Suspiria” û "Bones and All" tê naskirin. Wî bi filmê xwe yê “Bones and All” sala çûyî (2022) li Festîvala Venedîkê Xelata Derhênerê herî baw wergirtibû. Ew bi eslê xwe Cezeyîrî ye lê li di heman demê de hemwelatiyê Îtalyayê ye jî. 

Festîvala Filman a Venedîkê dê di navbera 30’ Tebaxê û 9’ê Îlona 2023’an de were lidarxistin. Serokên juriya festîvalê jî Damien Chazelle, Alice Diop û Jonas Carpignano ne. Van her sê derhêneran jî di festîvalên berê yên Venedîkê de xelat wergrtibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.