Şermeke mezin e!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Gulan 2023 - 03:11

Aktorê sînemayê yê navdar ê Emerîkî, Sean Penn beşdarî Festîvala Cannesê bû û piştgirî da nivîskarên senaryoyê yên ku di grevê de ne. Sean Penn derbarê aqilê çêkirî de yê ku senaryoyan dinivîsine jî nirxandin kirin û got; “Ev şermeke mezin a mirovahiyê ye.”

Sean Penn li Festîvala Cannesê piştgirî da nivîskarên senaryoyê yên Hollywoodê ku niha di grevê de ne. Sean Penn, ji bo filmê xwe yê nû “Black Files” tevlî Festîvala Cannesê bû. Wî şert û mercên Hollywoodê rexne kirin û got; “Sektora niha, nivîskarên senaryoyan, lîstikvanan û her wiha derhêneran pirr diêşîne.” 

Sean Penn xwest li Cannesê dengê nivîskarên senaryoyan ên Hollywoodê were bihîstin û got; “Ez heta hetayê bi Yekîtiya Nivîskaran re me.”

Sean Penn sala 1997’an bi filmê “She's So Lovely” li Cannesê xelata “Lîstikvanê Herî Serketî” wergirtibû.

CANNES

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.