‘Tnaş’ behsa penaberên Sûriye dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:38

CUMA MIHEMED / ANHA / KOBANÊ

Filmê ‘Tnaş’ di mihrîcanên sînemayê yên navneteweyî de xelatan digire. Film versiyona Erebî ya filmê Emerîkî ‘12 Mêrên Bihêrs’ e û dîmenên filmî li Beyrûtê hatine girtin. Film balê dikişîne ser gelek pirsgirêkên civaka Lubnanê û doza penaberên Sûriyeyî.

Film heta niha hêjayî 8 xelatan hatiye dîtin. Ew mihrîcan li Emerîka û Belçîkayê bûn û herî dawî di Mîhrîcana Filmên Serbixwe ya Lubnanê de beriya 2 hefteyan, xelata filmê herî baş wergirt.

Film di mihrîcana SoCal Film Awards û mihrîcana Los Angeles Film Awards de xelata filmê çîrokî yê dirêj ê herî baş, di mihrîcana International Festival Festigious, mihrîcana Oniros Film û mihrîcana Capital Film Brussel de xelata filmê herî baş û di mihrîcana Studios Ineternational Film û mihrîcana Five Continents International Film Festival de xelata senaryoya herî baş wergirtin.

Her wiha film di mihrîcanên din de û platformên dîjîtal de jî dê were nîşandan.

Ezdeşêr Celel Ehmed ê ji Kobanê, Senaryoya filmî nivîsandiye û derhêneriya film jî ew dike. 

 

‘Em li hev du guhdarî bikin’

Ezdeşêr Ehmed têkildarî film got, “Fikra filmê, li ser esasê `Em li hev du guhdarî bikin` e. Ji ber ku gelekî hêsan e em der heqê hev du de helwêstê nîşan bidin, bêyî ku li hev du guhdarî bikin. Ji ber wê 12 kes ji beşên cuda û pêkhateyên civakê wek jurî li hev kom dibin, ji bo gunehbûn û bêgunehbûna penaberekî Sûriyeyî diyar bikin. Li vir her yek nihêrîna xwe dibêje. Behsa êşên xwe dike da ku bigihîjin encamekê.”

 

Her yek behsa pirsgirêka xwe dike

Ezdeşêr Ehmed dibêje, “Dema behsa doza penaberê Sûriyeyî dikin, endamên juriyê, her yek behsa pirsgirêkên xwe dike. Mînak, yek ji wan ê temenmezin ê gihîştiye temenê karbesiyê û dabînên xwe bi dest nexistin, yeke din behsa wê yekê dike ka çawa mafên wê hatin binpêkirin û pirsgirêkên qanûnê li Lubnanê û çawa Sûriyeyî tên şelandin û şantaj li wan tê kirin tevî ku beşekê ji wan nasnameya Lubnanî wergirtiye jî. Ji ber wê neçar dibin ku zaravayê xwe bikin ê Lubnanî ji bo ku rûbirûyî van pirsgirêkan nebin. Hinekên din xiristiyan in ji hebûna Sûriyeyiyan li Lubnanê zirar li wan bûye, ji ber wê bê sedem helwêst li dijî wan tên nîşandin. Her wiha gelek dozên din jî hene.”

 

Girtina dîmenan gelekî zehmet bû!

Ezdeşêr Ehmed dibêje, wî fikra filmî ji pirrengiya civakî û pirsgirêkên penaberiyê yên Sûriye û Filistînê wergirtine. Ew dibêje, nivisandina sanaryoya filmî sala 2020`an bi dawî bûye û wî ew ji şirketên produksiyonê re şandiye. Lê wan ew red kiriye ji ber ku naveroka filmî êdî kevn bûye, nexasim ku behsa dosyaya penaberên Sûriyeyî li Lubnanê dike. Li gorî Ezdeşêr Ehmed, şirketan fikrên nû xwestine, ji ber wê berê xwe daye şirketên taybet. Ehmed dide zanîn ku girtina dîmenên filmî li paytexta Lubnanê Beyrûtê 3 mehan dewam kiriye û dibêje, “Di girtina dîmenên filmî de me gelek zehmetî kişandin. Ji ber ku 12 lîstikvan di odeyekê de bûn û heta saetek û nîvê gotûbêj dikirin da ku çarenûsa kesekî diyar bikin. Ji bo derhêner gelekî dijwar bû bi wan re mijûl bibe û çawa dema filmî bê dîmen tenê bi axaftina wan dibihure.”

 

Bila civakên din jî pirsgirêkan bibînin

Ezdeşêr wekî din dibêje, “Filmî li Lubnanê gelek deng veda. Projeyên me yên din hene. Haziriya 2 filman dikim, yek li ser rewşa Lubnanê û yekî din drama ye. Ez rêzefilmeke zarokan li Siûdiye hazir dikim. Plan dikim ku 2 filman li Rojava bikişînim û ji bo ku dest pê bikim, li benda erêkirinê me. Dixwazim li Rojava kar bikim, ji ber ku ragihandina cîhanî ew qas li gorî tê xwestin, balê nakişîne ser herêmê. Her tim berê xwe dide herêmên din ên bi nakok. Ev me aciz dike. Ji ber ku em fedakariyên mezin dikin, xwe bi xwe ava dikin û dixwazin cîhan pirsgirêk û êşên me bibîne. Çawa me şerê rêxistinên terorîst kir. Ji ber ku gelek giring e, em behsa wê bikin ji bo ku civakên din wê bibînin.”

Ezdeşêr Celel Ehmed ji Kobanê ye, bawernameya parêzeriyê ji Zanîngeha Helebê wergirtiye, bawernameya masterê jî ji Zanîngeha Îslamî ya Beyrûtê wergirtiye. Sala 2010`an çûye Lubnanê û li wir bi cih bûye. Gelek çîrok û roman nivisîne. Di qada rojnamegeriyê de çalak e. Di gelek qadên din de jî lêkolînan dike. Gelek kurtefilmên wî hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.