Ji cihê mayî didomînin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Adar 2025 - 00:05

  • Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û kedkarên sînemaya Kurdî ragihandin ku ew ê di Mijdara 2025’an de Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ji nû ve lidarbixin û gotin ku “Ji cihê me hiştiye em didomînin…”

Beşa Sînemayê ya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi amadekariyên civîna 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê kir. Di civîna ku di navbera 28’ê Sibat û 1’ê Adarê de pêk hat de ji gelek welatan, festîvalên filman û saziyên sînemayê sînemavan li hev civiyan. Her wiha nûnerên festîvalên Kurdî û sînemavanên Kurd jî beşdarî civînê bûn. 

Di nîqaş û pêşniyarên du rojan de hat ragihandin ku ew ê Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê di Mijdara 2025’an de were lidarxistin.

Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê beriya rejîma qeyûman bi pêşengiya Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê du caran hatibû lidarxistin lê ji ber desteserkirina şaredariyan ev çend sal bûn nedihat lidarxistin. Ji lewma komîteya festîvalê ragihand û got; “Em ji cihê me hiştiye didomînin…”

Rêwîtî dewam e…

Têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî hate dayin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev 8 sal in bi destê qeyûman hewl dan me bêziman, bêdeng, bêreng û bêbêhn bihêlin. Saziyên me yên çand û hunerê hatin girtin û mihrîcanên me hatin qedexekirin. Lê belê îro bi dengê aştiyê yê bilind dibe, ji bo bi awayekî azad bêhnê bistînin, Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî bi ruhê xwe yê serbixwe, piştevan û azadîxwaz dîsa rêwitiya xwe didomîne. Armanca mihrîcanê ew e ku li dijî feraseta sînemayê tenê weke berhemeke endustriyê dibîne, qadeke demokratîk, civakparêz, wekheviya zayenda civakî, ekolojîk û alternatîf biafirîne.”

Xeta azadîxwaz û piştevanî 

Bi domdarî hate gotin ku mihrîcan dike ku berhemên sînemayê yên bingeha xwe ji çavkaniyên xwe ji nirxên cewherî yên civakê û xwe bi fikarên madî bisînor nake tên afirandin bigihîne gel û wiha domiya: “Mihrîcan hedef dike ku hunera sînemayê li ser xeta azadîxwaz û piştevaniyê pêş bikeve sûdewer be. Mihrîcan, di sînemayê de curbicuriya hunerî û çandî teşwîq dike û bi taybet jî balê dikişîne ser nûnertiya jinê ya di qada sînemayê de û rola wê ya çalak a di pêvajoya hilberandinê de. Di serî de sînemagerên Kurd, armanc dike ku ji bo sînemagerên Rojhilata Navîn û hunermendên cîhanê yên xwedî heman nirxan zemîneke piştevaniyê û danûstandinan ava bike.” 

Rê nade sansurê

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mihrîcan, feraseta sînemayê ya serbixwe ku civakê esas digire armanc dike û bi vî awayî dewam kir: “Bi vê yekê re hedef dike ku veguhere platformeke berhemên azadîxwaz, şoreşger û civakparêz bîne gel hev. Di serî de fîlmên li Rojhilata Navîn tên çêkirin, yek ji hedefên wê yên esasî ew e ku fîlmên li seranserî cîhanê yên li dijî meseleyên civakî bi hestiyarî nêz dibin bêhtir bide xuyanîkirin. Di salên dawî de li Tirkiyeyê zexteke giran li ser sînemayê heye û gelek mihrîcanên fîlman bi sansur û bisînorkirinan re hatine bîranîn. Di vê çarçoveyê de, 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê ji nêzikatiyeke hevrikiyê zêdetir, feraseta piştevaniyê derxîne pêş û dê rê nede sansurê.” 

Piştgiriya senaryoyên bi Kurdî

Hat gotin ku bernameyeke piştevaniya senaryoyê ku ji bo pêşketina sînemaya Kurd dibe piştevan jî di mihrîcanê de cih bigire û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi piştevaniya senaryoyên bi Kurdî re dê zemîneke afirandinê yê bihêz di qada sînemayê de were avakirin. Di çarçoveya mihrîcanê de dê fîlmên metraja wan dirêj, belgefîlm û kurtefîlm cih bigirin. Mihrîcana me ku bi hêza veguherandinê ya sînemayê bibawer e, dê hinek temayan diyar bike û di çarçoveya van temayan de xelatên teşwîqkirinê bide. Dê pêşandana fîlman tenê bi eywanên sînemayê bisînor nemîne, dê li qadên servekirî û girtî yên cuda yên bajar jî bên pêşandan. Bi vê yekê re dê xwe bigihîne gelek kesan. Di heman demê de dê bi gotûbêj, panel û atolyeyan jî bike ku di navbera sînemageran de danûstandineke fikrî çêbibe û ji bo sînemagerên ciwan bibe tecrûbeyeke afirîner.”

Mihrîcan di Mijdara 2025’an de ye

Weke encam; dê 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweî di meha Mijdara 2025’an de bê lidarxistin û armanc dike ku sînemayê bigihîne gelan, hilberîna hunerî teşwîq bike û zemîneke piştevaniyê ya alternatîf ji bo sînemageran biafirîne. Di vê çarçoveyê de jî xebatkarên mihrîcanê hemû sînemagerên dost vexwendin mihrîcanê da ku mihrîcan bi awayekî xurt pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.