Dewleta Tirk dijmin e!

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 26 Tebax 2020 - 23:00

Yek ji xisletên sereke yên sedsala me ragihandin e. Yanî di warê danûstendina teknîkî de têra xwe derfet û îmkan çêbûne. Mirov pirr bi hêsanî dikarin xwe bigihînin agahî û zanistê. Deriyên ilm û zanistê bi awayekî ji awayan vekirî ne. Herçiqasî di warê çînî û desthilatê de hinek beşan bêhtir îmkanên baş û qenc ji xwe re veqetandibin jî rê û îmkan gelek in. Ango mirov ji bo serwext û têgihiştî bibe xwegihandina agahiyan, amûr pirr in. Lê tevî vê yekê jî ya xuya dike ew e, mirov bêhtir serkorî dibin û mîna keriyan tevdigerin. Di nava geremoleya agahiyan de heqîqetê bincil dikin. Ji bo serwextî û têgihiştinê hewce dike mirov ta bi derziyê veke yan jî heta mû bi zimanê mirovî ve bê, rave û rohn bike. Ka em ji serî ve dest pê bikin.
Welatekî me heye navê xwe Kurdistan e yanî cih û warê Kurdan. Zimanê me heye, Kurdî ye. Em xwedî erdên bi xêr û bêr in. Dîrokeke me ya kevn heye. Li ser vî erdî em bi Ermen, Ereb, Asûrî û gelek qewmên din re mane û dimînin. Ev welatê me pêşî kirin du parçe û paşê jî kirin çar parçe. Dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrî li ser erda me bûn dagirker û qirker. Xetên xwe mîna xencerekê li nava dilê me danîn. Tevî ku dagirker û qirker yek in jî di nava wan de herî zêde yê xwe li erdê dixe û digijgijîne, dewleta Tirk e. Ez ê qala zilm, zor û komkujiyên wan ên bi armanca qirkirinê nekim. Ez ê careke din hewl nedim rave nekim çawa dijminê me ne, û ne tenê dijmin çawa me qir dikin. Jixwe, kesê ji vê dijminatî û qirkeriyê şika xwe hebe, gotina min ji wan re tineye. Ji ber ku tu dema dijminê xwe dijmin nebînî û nebînî te qir dike, ew tê wê maneyê ku tu hatiye asîmîlekirin. Bi awayekî ji awayan tu li cem dijminê xwe cih digirî. Ev jî tê wê maneyê tu û dij-minê xwe ji dijmintiyê derketine û bûne wekhev. Tu bûye ew û ew jî ew e.
Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi xeyala Osmaniya Nû radibe û ji bo vê jî bi çeteyên xwe ketiye Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Girê Spî, Serê Kaniyê û beşekî Başûrê Kurdistanê. Rayedarên dewleta Tirk di televîzyonan de eşkere û bi dengekî bilind diqîrin û dibêjin, ew bi ti awayî hebûna Kurdan qebûl nakin. Ma ji bo vê şirove hewce dike. Jixwe, herî dawî referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi bin xistin. Ez qala têkiliya wan û DAIŞʼê nakim, çawa êrişî Şengalê û Hewlêrê kirin. Hêzên gerîla di hewarê de neçûna belkî îro Hewlêr di destê DAIŞʼê de bûya. Axir, hewce nake, em rabin dûrûdirêj dijmintî û qirkeriya dewleta Tirk îsbat bikin. Hewldaneke wisa jî wê bi herhalî ji qelsiya me be.
Ev djiminê qirker tevahiya aborî û perwerdeya Başûrê Kurdistanê xistiye destê xwe û dagir kiriye. Jixwe ji alî eskerî ve jî ew bi xwe dibêjin, çil pêncî baregehên wan li Başûr hene. Îca li hemberî vê dagirkeriyê serkirdeyên Başûr bi temamî çîz kirine û bêdeng bûne. Ji bo Xwedê yek dernakeve vê dagirkeriyê şermezar nake. Berevajî, radibin Tevgera Azadiyê tohmet dike. De îca haya wî ji wî nîne, eger Tevgera Azadiyê nebe, wê dewleta Tirk di nava bîstûçar saetan de wan daqurtîne. Bi qasî ez xelkê Başûrê Kurdistanê nas dikim û dîroka wan dizanim, xelkekî bi xîret, têkoşer û Kurdperwer in, lê mixabin çend serkirdeyên xanedanî ew şerpeze kirine. Jixwe, gel nerazîbûna xwe diyar dike, lê her kes xwedî fikar e ku zirar li destketiyên heyî bibe. Lê bi vî awayî biçe, em ê “Ji Kerê û ji Perê jî” bibin. Desthilatek xwîna xelkê xwe birijîne û wan bi lêdan û êşkenceyê bixe zindanan, êdî ew û xelkê xwe ji hev cuda bûne û êdî ne yên hev in.
Nexasim welatperwerên di nava PDK´ê û partiyên din de divê bi lez û zû bi ser xwe ve bên. Kesên bi navê xanedaniyê tevdigerin û xiyanetê bi nirxên welatparêziyê re dikin ji nava xwe derxin, biavêjin, naxwe wê sibe gelekî dereng be. Çeteyên Tirk tiştên li Efrînê û li Bakurê Kurdistanê dikin wê li Başûr jî bikin. Jixwe dikin, lê diyar e ku nayê dîtin. Ma ne ji niha ve 400 gund dane valakirin. Mirovan dikujin, direvînin û bê serûşûn dikin.
Eger em jî weke dijminan bifikirin yanî Kurdistanê çar parçe qebûl bikin û mîna wan li hev binêrin, bêguman em ê dijminatiya hev bikin û ti carî em ê nikaribin li hev bikin. Tifaq jî çênabe û yekîtî jî pêk nayê. Divê em Kurd û Kurdistanî bifikirin, Kurdistanê tevî pêkhateyên wê hemûyan yek bibînin û dagirkeran bi ti awayî qebûl nekin. Ne Kurd, dijmin divê ji Kurdistanê derkeve. Weke birêz Mesûd Barzanî li Mexmûrê gotî; “Em hemû yek in, hûn birayê me ne…”

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.