Dengekî nemir; Osman Elî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Hezîran 2024 - 00:17

Ezmanê hunera Kurdî tijî stêrkên ku li ser dewlemendiya hunera Kurdî dibiriqin. Hin ji wan ronahiya xwe winda nakin û hê jî dibiriqin, yek ji wan hunermend Osman Elî ye. Piştî mirina wî jî dengê Zulalî didome û berhemên wî nemir dimînin.

Ew hunermende navekê naskirî ye di hunera Kurdî de li Başûrê Kurdistanê ku di rewşeke aloz û tund a ku ji aliyê rejîma Baas ve hatiye afirandin. Wî hunereke nerm pêşkêşî gelê xwe kir ku stranên wî nifş bi nifş hatine gotin.

Îro 19’emîn salvegera koça dawî ya hunermend Osman Elî ye. Hunermendekî ku hezkirina wî ji hunera xwe re heta dawiya jiyana xwe li ber xwe da û ev heskirina wî bû sedem ku di dema stranbêjiyê de jiyana xwe ji dest da. Hunermend Osman Elî di jiyana xwe de hunereke resen û bi hurmet ji gelê Kurd re hiştiye. Di jiyana xwe ya hunerî de bi gelek zehmetiyan re rûbirû maye û ji aliyekî ve gazincên civakê û ji aliyê din ve rejîma faşîst a Baasê ew westandiye. Lê tawîz neda û xwe radestî van dijwariyan nekir.

Li dijî rejîma Baasî çek hilgirt

Osman Elî di sala 1944’an de li taxa Malkendî ya bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Lê wek gelek zarokên Kurdan ji ber zehmetiyên jiyanê yên wê demê nekarî xwendina xwe bidomîne. Ji zarokatiya xwe ve ji bo debara malbata xwe dest bi kar kiriye. Di sala 1963’an de rejîma Iraqê ji ber rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ku rejîma Baas nû hatibû ser kar, li dijî Kurdan plan çêdikir. Hunermend Osman Elî bû pêşmerge û li dijî rejîma Bexdayê çek hilgirt. Wî di dawiya sala 1964’an de dest bi gotina stranan kir. Ew hêdî hêdî ket cîhana hunerê. Di wê demê de, ew beşdarî gelek pîrozbahî, aheng û civînan bû. Di sala 1969’an de dibe endamê Komela Huner û Wêjeya Kurdî, Beşa Muzîk û Stran, ku piştre wek yek ji dengbêjên herî çalak di vî warî de cih digire.

Di nav gelek komî de cih girt

Di sala 1967’an de hunermend Osman Elî dizewice û sê keç û kurekê wî hene. Navê kurê wî Herdî ye, niha li ser şopa bavê xwe dimeşe. Weke bavê xwe dengekî wî yê dilşewat û aram heye. Hunermend Osman Elî di sala 1969’ê de wek endamê Koma Mûzîkê ya Silêmanî û Tîpa Mûzîkê ya Şoreşê dest bi kar dike. Di sala 1975’an de heta saniyeyên dawî yên jiyana xwe di nava Koma Muzîkê ya Silêmanî de çalak bû. Lê di heman demê de alîkariya berhemên Koma Mewlewî, Koma Şoreş û Koma Newrozê jî kiriye. Herwiha endamekî çalak yê Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê bû.

Kedeke mezin ji bo muzîka Kurdî

Dengê wî yê xweş û berhemên wî yên navdar wê demê di guhê her kesê ji Başûr de deng veda. Ji ber wê jî ji bo çalakiyên civakî, netewî, hunerî û nîştimanî hatiye vexwendin û li bajarên Herêma Kurdistanê û di Radyoya Bexdayê de stran gotine. Her wiha hunermend Osman Elî li rex karê xwe yê hunerê weke terzî jî dixebitî. Gelek berhemên bêhempa li pey xwe hiştine ku hîna jî li ser zimanê xelkê û hunermendanin. Stranên wî di şahî û kanalan de tên gotin û lêxistin. Di meqam, beste û şêweyên din yên stranên Kurdî de kedeke wî ya mezin hebû.

Osman Elî di şeva 22’yê Hezîrana 2005’an de di 61 saliya xwe de dema ku di şahiyekê de stran digotin koça dawî kir û heta heta çavên xwe li vê dinyayê girtin. Wî ji bo dewlemendiya hunera Kurdî gelek berhemên dengbêjiyê yên zelal û dilsoz li pey xwe hiştin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.