Coronayên kunên reş

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 25 Çile 2023 - 04:14

Zanyaran sala 2019´an cara yekê karîn bi dîmen hebûna kunên reş ên bigirin. Ev jî bi saya serê hin objeyên dibiriqin ên li pêşiya wan mumkin bû. Lewma, kunên reş esas ji ber ku rohniyê jî dadiqurtînin, mirov wan bi ti awayî nabîne. 

Mirov wan nabîne, lê Ajansa Neteweyî ya Aeronotîk û Fezayê (NASA) ya Emerîkayê karîbû sala 2014´an wêneyê tîrêjên ji kunên reş diweşin, heta dipekin bigire. Teleskopa NASA’yê, Nuclear Spectroscopic Telescope Array (NuSTAR) ji kuna reş a xwedî hecmê dêwane (supermassive) a di galaksiya dûr a bi navê Markarian 335, hingê karî şahidiya vê bûyera kozmîk bike. Yanî zanyaran ji mêj zanî, kunên reş bi hecmê xwe yê dêwane her tiştî dadiqurtînin, lê tîrêjên X jî ji wan diweşin. Bi xêra vê tesbîtê NASA’yê dîagramek amade kir, û ev bûyera pekandina tîrêjên X nîşan da. Ji vê bûyerê re jî “corona” tê gotin. Di dîagramê de ev bûyera hanê bi rengê xemrî, yan jî binefşiyê zelal hatiye nîşandan. Pêşî ber bi hundirê kunê ve ev reng kom dibe, paşê bêhtir diberiqe û herî dawî jî ji kuna reş ber bi derve ve tê pekandin. Gava ber bi me ve hatibe pekandin, ew her bêhtir dibiriqe, heger bi aliyê din ve bê pekandin, hêdî hêdî nexuya dibe. Esas gelek caran ev bûyera corona naçe serî lê qonaxên beriya wê misêwa didewirin. Ji vê rewşê re “relativistic boosting (lezgirtina îzafî)” dibêjin. Ew jî gava ku corona ji kuna reş dûr dike, lê paşê kuna reş wê dîsa dadiqurtîne, pêk tê. 

Wêne: NASA/JPL-Caltech

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.