Teoriya elaqedarî kunên reş a Stephen Hawking a ku weke Radyasyona Hawking jî tê zanîn, ji sala 1974´an maye. Teoriyeke nû, ev teoriya Hawking bi awayekî radîkal revîze kir û îdîa dike ku her tişta xwedî hecm a li gerdûnê wê rojekê ji rojan tine bibe.
Hawking sala 1974´an wisa hizirî bû ku kunên reş wê rojekê ji rojan bi tîrêjên ku ji wan diçin, tine bibin. Yanî ev tîrêjên ku îro ji wan re radyasyona Hawking tê gotin, ew enerjî ye ku dikarin ji kunên reş bifilitin. Hem teoriya îzafiyeta giştî ya Einstein û hem jî mekanîka kuantumê ji vê teoriya Hawking re dibin pişt.
Revîzyona ku niha li vê teoriyê hatiye kirin ew e ku ne tenê kunên reş weke hecmê herî dewisandî û meydanên dêwane yên hêza kêşanê wê tine bibin, lê her tişta xwedî hecm wê bi teyisandina vê “radyasyona hawking” wexteke dûrî îro, ji temenê gerdûnê yê heyî gelekî dirêjtir, tine bibe. Yanî enerjiya madeyên xwedî hecm wê weke ronî, hêdî hêdî ji wan kêm bike, heta ku hecm nemîne.
Gotara li ser meseleyê serê Hezîranê, di kovara Physical Review Letters de hatibû weşandin. Nivîskarê sereke yê meqaleya li ser mijarê Heino Falcke ye. Ew profesorê astrofizîkê ye li Zanîngeha Radboud a li Holandayê. Ew weke encama vê rêvîzyona teroriya Hawking a li ser kunên reş, dibêje, “Ev yek ne tenê têgihiştina me derbarê radyasyona Hawking de diguhere, lê ew her wiha nihêrîna me ya li gerdûn û siberoja wê jî diguherîne."
Ev teorî di rastiyê de gelo çawa wê karibe bê piştrastkirin. Heger teorî rast be, divê mirov bi hêsanî bibêje, weke kunên reş, lazim e ji stêrk û gerstêrkên xwedî hecmên mezin jî radyasyona Hawking biçe. Ka em binihêrin, bê ma wê lêkoler û zanyar çiqasî li vê radyasyona Hawking a ji Stêrk û gerstêrkan diçe (yan jî naçe) bigerin.
NAVENDA NÛÇEYAN