Zanyaran ev qederê sed salan e ku meraq dikir ka çawa galaksî teşeyê xwe diguherin. Piştî ku qaîdeya “saxfilîtîna yê xurt” di lihevketina galaksiyan de li ber çavan hat girtin, bi rengê tezeke li ser beridîna kozmîk, ev sir û raza sedsalî hat helkirin.
Li gorî vê, galaksiya me ya îro teşeyê wê spîralek e, timî ne bi vî awayî bû û ew ê timî bi vî awayî nemîne jî.
Astronom, Alister Graham çavdêriyên nû bi kar anîn da ku rave bike ka çawa galaksî teşe diguherin. Lêkolîn nîşan dide ku lihevketina galaksiyan û bihevkeliyana wan a paşê rengek ji rengê “Vebijartina Xwezayî” ye û ew pêvajoya berîdîna kozmîk diyar dike.
Yanî dîroka galaksiya me Rêya Kadiz yek ji gelek bûyerên bi şidet ên kozmîk e û ne ya dawî ye.
Galaksî heta niha bi teşeyên cihê dihatin nasîn:
- Hin jê weke Rêya Kadiz ji milên spîral ên xweşik bi rêkûpêk çêbûne û stêrk li dora navendeke diyar digerin.
- Hin jê weke galaksiya bi navê Messier 87 (M87) weke elîpsekê ne, bi milyaran stêrk tê de li dora navendeke ne bi nîzam digerin.
Niha teşeyê di navberê de jî hate nasîn:
- Teşeyê kureyeke dirêjbûyî ku tê de milên spîral nînin û ji van re galaksiyên weke liba nîskê tê gotin.
Ji vê rêza teşeyan re Rêza Hubble tê gotin û niha peywendiya di navbera wan de jî hat naskirin.
Gava galaksiyên toza wan kêm, toz û gazê li hev dicivînin, dîska li dora navendê ne bi rêkûpêk dibe û rengekî weke spîral derdixe holê. Ev jî milên spîral derdixe holê weke di galaksiya me de.
Galaksiyên gaza wan pirr ên weke liba nîskê, gava galaksiyên spîral li hev dikevin pêk tên.
Encama ji vê tezê ew e ku galaksiya me esas di navbera galaksiyên gaza wan pirr û gaza wan kêm de, asta navberê ye. Û gava ku galaksiya me bi galaksiya herî nêzî xwe Andromedayê re piştî 4-6 milyar salan li hev ket, ew ê jî veguhere galaksiyeke teşeyê weke yê liba nîskê.
NAVENDA NÛÇEYAN