Vekirina Pirtûkxaneya Şilêr ku dê yek ji pirtûkxaneyên herî mezin ên herêmê be, taloqî meha Îlonê bû.
Weşanên Şilêr dê di 15`ê Tebaxê de Pirtûkxaneya Şilêr ku yek ji pirtûkxaneyên herî mezin ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, vekira. Lê merasîma vekirinê hate taloqkirin.
Li gorî agahiyên ku me ji rêveberê Weşanên Şilêr Raman Hesê wergirtine, ji ber amadekariyên wan ên beşên pirtûkxaneyê ku ji nivîsgeha weşanxaneyê, beşa xwendina bêdeng, beşa xwendin û nîqaşkirinê, beşa zarokan û kafeteryayê pêk tê bi dawî nebûne, tê pêşbînkirin ku di meha Îlonê (2025) de pirtûkxaneyê vekin.
Di pirtûkxaneyê de dê pirtûkên Weşanên Şilêr û weşanxaneyên her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bên bicihkirin. Di pirtûkxaneyê de dê nêzî 9 hezar pirtûk hebin.
ANHA