Bayê rojê avê dibe heyvê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 19 Îlon 2023 - 16:02

Wêne: Li, et al., 2023

Li gorî hin zanyaran qismek ji ava li ser rûyê heyvê, dibe ku di encama tesîra dualî ya magnetîzma dinyayê û rojê de heta bi heyvê çûbe.

Li gorî lêkolîneke nû, elektronên enerjiya zêde yên li dawiya plazmaya li dora dinyayê, “heyvê av didin”. Heta hebûna avê li seranserê zemînê heyvê ji ber vê yekê peyda bûye.

Li gorî van daneyên nû, lêkolerên ku Shuai Li yê ji Zanîngeha Hawaii ya li Mānoa School of Ocean and Earth Science and Technology, bi vî rengî av kariye di qoncalên li seranserê rûyî heyvê yê ku hîç tava rojê nadiyê, peyda dibe.

Hebûna avê û agahiyên li ser ava li heyvê, hem ji bo mîsyonên bi mirov ên li heyvê û hem jî ji bo hilberîna sotemeniya roketan li heyvê muhim e.

Li gorî Li û tîma wî, xeleka magnetîk a li dora dinyayê, yanî magnetosfer sedema ava li heyvê ne.

Gava ku “bayên rojê [zerreyên bi xurtî bi enerjiyê barkirî] li magnetosferê dikevin, ew teşeyê vê meydana magnetîk diguherin û li aliyê şev ê dinyayê, weke dûvikekî ev meydan dirêj dibe. Ji vî dûvikî re dûvikê magnetîk tê gotin. Elektron û iyonên enerjî barkirî yên ji rojê û yên dinyayê plazmayekê ava dikin. Dûvikê magnetîk, heyvê ji zerreyên enerjî barkirî diparêze, û dîsa jî rohnî li heyvê dixe.

Li dibêje, “Ev jî labaratuwareke xwezayê dide avakirin da ku em li pêvajoya pêkhatina ava serzemîn a heyvê lêbikolin”. Gava ku heyv li derveyê dûvikê magnetîk e, bayê rojê lê dixe. Di encamê de jî gava atomên hîdrojenê yên iyonîzekirî bi atomên oksîjenê re tên cem hev, mîqdareke piçûk avê çêdibe. Lê diviyabû di nava dûvikê magnetîk de av çênebûya.

Encam guhertiye: “Ez ecêbmayî mam, mîqdara çêbûna avê di nava dûvikê magnetîk de eynî weke ya li derveyî dûvikê magnetîk bû. Ev jî nîşan dide ku pêvajoyên din ên peydabûna avê hene yan jî çavkaniyên nû yên avê yên ku yekser ne elaqedarî protonên bayê rojê ne. Axir ev lêkolîn û çavdêriyên beriya niha nîşan didin ku dinyaya me ya dayik û heyv di gelek warên hîna nehatine kifşkirin de jî di zik hev de ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.