Hema bêje belaş çûn heyvê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 24 Tebax 2023 - 16:18

Hindistanê misyona heyvê serketî temam kir û gava ev kir jî, ji mesrefa li fikmekî Hollywoodê yên li ser fezayê diçe, kêmtir mesref kir. Heta mesrefa wê, ji nîvê mesrefa ji bo çêkirina fimê Interstellar kêmtir bû.

Saziya Fezayê ya Hindistanê da zanîn ku çarşemê wan kariye wesaîta xwe ya fezayê bi nermî li ser rûyê heyvê deynin. Bi vî awayî Hindistan bû yek ji 4 welatên heta niha bi rengekî li ser rûyê heyvê serketî cîhaz yan jî wesaît danîne.

Wan maşîna bi navê  Chandrayaan-3 serketî danî ser rûyê heyvê û mesrefa wan jî 6.15 milyar rûpî yanî 75 milyon dolar bû. Budceya çêkirina filmê li ser fezayê Interstellarê 165 milyon dolar bû û mesrefa li mîsyona heyvê ya Hindistanê çûyêî, nîvê vê budceyê jî nake. Hewldana Hindistanê ya berioya vê ya di 2019´an de bi binketibû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.