Astrolabium: Pirtûkeke balkêş ya astrolojiyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 7 Tebax 2023 - 03:23

Dibe ku astrolojî bala hin kesan qet nekişînin û vê girîng nebînin. Lê xelkê ji mêj ve bala xwe daye ser astrolojiyê. Tenê ne xelkê her wiha gelek zanyar û kesên xwende jî bala xwe dane ser astrolojiyê. Ji ber ku guherînên li dinyayê li ser jiyana insan jî bandorê dikir, astrolojî girîng bû. 

Ev berhema hanê nîşan dide ku di dema Ronesansê de astrolojî çiqas girîng e. Leonhard Thurneisser yek ji astrologên herî navdar ê Ewrûpa ye. Her wiha bijîşk û sîmyager bû jî. Berhema wî ya bi navê “Astrolabium” nîşeneya afirîneriya wî ye û di warê astrolojiyê de berhemeke girîng e. Her wiha ew ji bo falik û tiştên bi vî hawî jî hate bikaranîn. Wî ev berhem di sala 1575’an de çêkiribû. Wî bi vê berhemê nexşeyeke stêrk û gerstêrkan derxistibû û bi saya resmên ji kaxiz ên ku digeriyan di derbarê astrolojiyê de texmînan dikir. Meraqa wî ya di vî warî de kiribû ku berhemeke bi vî rengî derxe holê. Çawa ku xewna xwe pêk bîne, bi vî çavî lê mêze dikir.

Leonhard Thurneisser li Baselê hatibû dinyayê. Wî di dema ronesansê de serê xwe pir bi zanistiyê êşand û dixwest derbarê siberojê de hin texmînan bike. Ew weke bijîşkekî bi mucîze dihat naskirin. Ji lewre gelek caran ji hêla bijîşkên din ve hate sûcdar kirin. Lê ew her çiqas were sûcdar kirin jî berhemên wî yên di warê astrolojiyê de girîng in.

Di dîrokê de, nexasim di warê astrolojiyê de gelek berhem derketibûn holê, yanî mûcîdan gelek tiştên weke “Astrolabium” çêkiribûn. Yanî ev ne berhema yekem bû, lê bi naverok û şêwaza xwe di warê astrolojiyê de berhemeke balkêş e “Astrolabium”.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.