Ne yek û didu bi sed milyonan dinya

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 3 Hezîran 2023 - 04:16

Li gorî analîzeke nû yên daneyên ku teleskopa Kepler girtine, ji sê paran pareke sîstemên stêrkên piçûk ên bi navê Qambostikên M dibe ku xwedî potansiyela hewandina jiyanê bin. 

Roja me stêrkeke asayî ye. Lê awayên din ên stêrkan jî li galaksiya me ya Rêya Kadiz hene. Pirraniya stêrkên galaksiya me Qambostikên M (qambostikên sor jî ji wan re tê gotin) ne. Li gorî analîzeke nû ya teleskoper Kepler a ku li gerstêrkan digere, ji sê paran pareke sîstemên van stêrkan dibe ku bê kêra jiyanê werin: yanî dibe ku bi sedê milyonan dinyayên bi kêra jiyanê tên li nava galaksiya me ya Rêya Kadiz hebin. 

Wêne: Bikarhênerê Wikimedia Commons Ph03nix1986; bi lîsansa  CC BY-SA 4.0

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.