Marsiyan xwe tine kiriye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 30 Gulan 2023 - 15:52

Lêkolînên bi gelek robotên çûn ser zemînê Marsê, karîn îsbat bikin ku zindiyên yek şaneyî, organîzmayên mîkro li Marsê hebûne. Niha teoriyek li ser wê yekê serê xwe diêşîne, ka çawa ev rengê jiyanê nekariya dewam bike û biberide. Li gorî lêkolînê, mîkroban beriya qederê 3.7 milyar salan atmosfera Marsê ya dişibiya dinyaya me ya hingê bi xwe guherandiye, pê re avhewaya Marsê jî guherandiye. Bi vê yekê wan kiriye ku Mars êdî bi kêra jiyanê neyê.

Ev lêkolîn xwe disipêre modeleke guhertina avhewayê û dibêje, ji ber ku dinya nêzîkî rojê bû, guherîna di atmosferê de zemîna wê zêde necemidand. Lê ji ber ku Mars dûrî rojî bû, gazên tesîra serayê dikin yên xurt jê re lazim bûn da ku zemînê wê germ be. Mîkrobên kevnar, ji atmosferê hîdrojen dixwarin û metan berdidan atmosferê. Tesîra serayê ya hîdrojenê ji ya metanê gelekî zêdetir e. Ji ber wê, her ku hîdrojen kêm bû û metan zêde bû, Mars jî cemidî. Marsa ku hingê 10 ta 20 santîgradan germ bû, heta bi di bin sifirê re 55 santîgradan cemidî. Yanî mîkro organîzmayên hingê, lihêfa ji ser Marsê avêtin û bi xwe jî ji serma qufilîn.

Li gorî teoriyê, mîkroorganîzmayê hingê heger bi saxî hîna hebin, ew ê dbin zemînê erda Marsê de bin, li cihên ku ew ê germtir bin. Tesbîtkirina gaza metan a li Marsê îşaret pê dike ku hîna li deverinan jiyana di asta mîkroorganîzmayan de li marsê maye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.