Zanyaran di kûrahiya zinarên Marsê de cara ewil rezervuarên avê keşf kirin. Di demên berê de zanyaran îspat kiribûn ku li daîreyên cemseran ên Marsê ava qerisî û li atmosfera wê hilm heye lê nekarîbûn xwe bigihînin avê. Li gorî daxuyaniya Danezanên Akademiya Zanistan a Neteweyî ya DYE’yê, li gerstêrka Marsê cara ewil rezervuarên avê hatin dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN