Li Marsê 122 gram oksîjen

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 18 Îlon 2023 - 11:05

Wesaîta NASA´yê ya bi navê Perseverance a li Marsê heta niha 122 grom oksîjen hilberandiye. Yanî bi wê oksîjenê kesekî gihiştî dikare 3 saetan bêhnê bistîne.
Vê wesaîtê Sibata 2021´ê li ser zemînê Marsê danîbû. Wesaîtê ceribandinek kir û karîbû 122 gram oksîjenê hilberîne. Navê amûra wê ya hilberandina oksîjenê Mars Oxygen In-Situ Resource Utilization Experiment (MOXIE) ye. Wê di nava du salan de bi awayekî periyodîk karbondioksît ji hev xist û oksîjen bi dest xist.

122 gram oksîjen têra mirovekî gihiştî û sê saetan dike. Vê ceribandinê hêvî bi zanyaran e çêkir ku rojekê ji rojan karibin oksîjenê ji bo mirovên biçin Marsê, li Marsê hilberînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.