Gava pêşî ya avakirina binesaziya heyvê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 12 Îlon 2023 - 01:17

Robotê Hindistanê şandî ser rûyê heyvê, delîlên hebûna sulfurê li heyvê bi dest xistin. Ev maşîna robot a bi 6 çerxan a bi navê Pragyanê, bi vî awayî gaveke mezin avêt ji bo mîsyonên fezayê yên paşê. Ev delîlên hebûna sulfurê ne dûrî qutba başûr a heyvê hatin dîtin.

Ajansa Fezayê ya Hindistanê (Bharat) da zanîn ku Chandrayaan-3´yê delîlên hebûna sulfurê li ser heyvê peyda kirine. Ev element li dinyayê bêhtir nêzî volkanan tê peydakirin. Dibe ku hebûna sulfurê agahiyan li ser rabihuriya volkanîk a heyva me û her wiha atmosfera wê ya berê jî bide.

Zanyar dibêjin, rezervên vê elementê dibe ku destûrê bidin li ser heyvê binesazî bên avakirin. Ev kifş piştî şandina heyvê ya Chandrayaan-3´yê bi hefteyekê li ser pileya 70´yî ya li qutba başûr a heyvê hatiye kirin. Hema rojekê piştî ku ji praghana bi enerjiya rijê dixebite, ji Chandrayaan-3´yê veqetiya û dest bi lêkolînên xwe kir, wê ev kifş kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Wêne: ISRO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.