Pirtûka helbestan a Arda Arşêl bi navê "Heftcark têm xwarê ji bejna xwe" derket. Pirtûka 88 rûpelî ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Çîroknivîskar û helbestan Arda Arşêl li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Xebatên wî heta niha di kovarên wekî Çirûsk, Hinar, W, Asîva, Wenda, Rewşen, Dilop û hin kovarên din de derketine; pirtûka “12 Çîrok 12 Nîvîskar” (Weşanxaneya NAyê) jî çîrokek wî derketiye.
Heta niha wekî e-pirtûk bi navê "Deriyê Avê" hatiye çapkirin, "Heftcark Têm Xwarê ji Bejna Xwe" pirtûka wî ya yekem a çapkirî ye.
Çarînek ji pirtûkê:
"...derdawê min
bi min diare
xara xewnekê
bi min ve radipelike..."
NAVENDA NÛÇEYAN